Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Özz hemû kes dan ber lêpirsîne

Hat weşandin måndag 2 februari 2015 kl 15.04
Özz Nujen. Wêne: Robert Eldrim.
Özz Nujen. Wêne: Robert Eldrim.

Êrișên terorîstî yên li Parisê li hember rojnamevanên Charlie Hebdo û piștre jî dukana xwarinê ya cihuyan ku di encamê de 17 kes hatin kuștin hemû cîhan hêjand. Kilîseya Swêdê duh,  roja yekșemê merasimek bîranînê li paytexta Fransayê, Parisê ji bo qurbaniyên buyerê li dar xist.

Biskoposa Swêdî Tanja Kamensky got ku ev merasima tê li darxistin berê her tiștî silavek hezkirinê ye.

Yek ji gelek kesên ku ji Swêdê beșdarî vê merasimê bû jî komediyenê kurd Özz Nûjen bu ku bi keșe Helle Klain re weaz da. Merasim ji aliyê gelek televizyon û rojnameyan ve zindî hat șopandin.

Özz weha dest bi weaza xwe kir.

-Bismillahî Rehmanî Rehîm, xwedê mirov di sûrêtê xwe de afirand û di wê kêliyê de jî henekek afirî, em. Xwedê henekan dizane, li berhemên wî binêrin, li me binêrin, emê ku tê gotin taca berhema wî ne. Emin henek, emin beșek ji henekê. Em dikarin komîk bin an jî cidî bin, berê her tiștî em suretê xweda ne. Beșek ji îlahî, beșek ji ya pîroz, beșek ji evînê û xweșikiyê ye. Ew kesê ku mirovekî dikuje loma beșek jî ji xwedê dikuje. Ew kesê ku bi navê xwedê yekÎ dikuje loma xwedayê xwe jî dikuje. Ol, wek ol beyî ku tu ferq hebe, heneke û dikare bibe henek. Tenê binêrin ka çiqas fêlbaz û dîn li pê olan diçin.

Özz bi rêya weaza xwe rexneyek tuj li hemû siyasetmedarên cihanê kir û ji me hemuyan jî pirsî gelo dema buyer rûdidin ka em li kune?

-Eger tehamûla ola te, xwedayê te an jî îdeolojiya te ji henekan û pêkenînan re tune, ne ola te, ne xwedayê te û ne jî ideolojiya te hêjayî cidî girtinê ye. Heneka xemgîn a ku di dawiyê de dimîne tu yî! Heneka trajîk, a di vê de, tiștê herî sextekarî û mirîdî ye. Dema ku siyasetvanên me qurbanên me bibîrtînin di heman demê de jî wan dixapînin, dema ku dikevin milê afirênerê diktaturiyê, di heman çalakiyê de. Ka xwepêșandan li ku bûn ji bo wan ji 2000 kesên zedetir ku jiyana xwe ji dest dan piștî êrîșa terorîstî ya Boko Haram a hema hema di heman dema buyera Charlie hebdo de. Li ku bûn? Tu li ku buy? Ez li ku bûm? Xwedê li ku bû?

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".