Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
"Yezidier"

Kitêbeke li ser êzidîyan bi swêdî

Hat weşandin onsdag 4 februari 2015 kl 10.41
Kitêba "Yezidier"
(6:56 min)
yezidier, êzidî, kurder, Armenien, Kurdistan
Kitêb ji sohbet û wêneyan pêk tê. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Kitêba bi swêdî li ser êzidiyan ji bo cara duyem hate çapkirin. Lê gelo kitêb heta çi radeyê bersiva pirsên bingehîn yên derbarê êzidiyan de dide?

Heta berya 5-6 mehan jî kêm swêdiyan navê êzidiyan bihîstibûn. Lê bi êrîşa Daişê ya ser Şengalê re fokusa çapemeniya dinyayê kete ser fermanê û behsa wan kete rojevê de. 

Baldariya ji bo êzidiyan zêde bûye, lê zanyariyên li ser wan kêm in û bi mebesta danasînê hin civîn û semîner têne li dar xistin. 

Heftiya derbasbûyî nivîskarên kitêba ”Yezidier” Magnus Bärtås û Fredrik Ekman li Muzeya Derya Spî (Medelhavsmuseet)  bi sohbet û wêne hewldana danasîna êzidiyan û kitêba xwe kirin.

Ji bo sohbeta li ser êzidiyan baldariyeke baş dihate dîtin. Di salona civînan ya Muzeya Derya Spî de piraniya wan swêdî gelek kes hebûn û bi nîşandana wêneyên ji Ermenîstan, bakur û başûrê Kurdistanê nivîskarên pirtûka ”Yezidier” behsa serdana xwe ya nav êzidiyan, serpêhatî û meseleyên wan kirin.

Belê, piştî êrîşa Daişê ya ser Şengalê êdî swêdiyan navê êzidiyan bihîstine, lê ji xeyrî ku bizanibin êzidî hene û pê de hêj tiştek zêde li ser wan nayê zanîn. Gelek pirs hene bê êzidî kî ne? Nijada wan, zimanê wan, kitêba wan çi ye? Bawerî, dua û taetên wan çawa ne?

Nivîskarên pirtûkê Magnus Bärtås û Fredrik Ekman di 2003ê de çûne nav êzidiyan û pirtûk jî di 2004ê de hatiye weşandin. Bi bilindbûna baldariya ser êzidiyan re wan kitêb ji nû ve çap kirine û gelek kes li bendê bûn bersiva hin pirsên li ser êzidiyan wergirin. Nivîskar dibêjin sebeba ku wan bi xwe jî dest bi rêwîtiya xwe ya nav êzidiyan kirine ev pirs bûne.

– Berya deh salan me di kitêbekê de li ser miletên ku tixûbekî qalind di navbera wan û derdorê de heye lêkolînek dît. Lêkolîn li ser dûrbûna van grûban ji cîhanê û parastina nasnameyê bû. Di wira de behsa êzidiyan jî dihate kirin, lê me bi xwe derheqê wan de tiştek nizanîbû. Êdî me pirsên bingehîn ji xwe kirin. Êzidî kî ne? Çawa grûbeke hewqas mezin li Rojhilata Navîn hebe û em li ser wan tiştekî nizanibin?

Nivîskarê kurd Firat Cewerî ji wan re dibe alîkar û tev de berê xwe didine nav êzidiyên Ermenîstan û başûrê Kurdistanê. Di salona Muzeya Derya Spî de nivîskar wêneyên ciyê ew çûnê û kesên wan dîtine nîşan didin; Celîlê Celî û Cemîla Celîl, Emerîkê Serdar, pîr û jinên êzidî ku ew li wan qesidîne û bûne mêvan. Û wan çîrok û gotinên wan nivîsandine. Fredrik Ekman dibêje kitêba wan ji lêkolînekê bêhtir pêşdariyek e: 

--Ev ne wêneyekî tekûz yê êzidiyan, lê zeviyeke gotinên derheqê êzidiyan û qeyda gotinên wan bi xwe ye. Yanî ew desteguleke bawerî, serpêhatî, mesele û çîrokan e.

Wêneyên ku têne nîşandan ji Teyrê Tawis heta bi sifreya maleke êzidî li Ermenîstanê, ji kelha Mêrdînê, heta bi Çiyayê Gara, ji mezelê Şêx Adî li Laleşê heta bi nivîsa PKK ya li ser sobeya jineke êzidî pir tiştên ji hev cuda, nîşan didin.

Çavkaniya behskirin û sohbetê jî ev wêne ne, lewra ravekirin gelek caran  ji temaya êzîditiyê, ji kakilê babetê dûr dikeve. 

Piştî saetekê axavtina nivîskaran di beşê pirs û bersivan de pirsa ewil ku tê kirin ew e bê zimanê êzidiyan çi ye? Û pirsên wiha dewam dikin. Çend kesên êzidî yên di salonê de dixwazin zelal bikin bê dînê wan çi ye. Û rexne têne kirin ku pirsên bingehîn nehatine zelal kirin. Lê nivîskar dibêjin ev ne gunehê wan e.

– Êzidî bi xwe bi awayên cuda teswîra bawerî û rêwrismên xwe dikin. Pênc êzidiyên li vira bi pênc awayên cuda behs dikin bê dînê êzidîtî ji kû tê. Herkes dixwaze bêje ku ew pir kevn e. Ji aliyekî din ve divê li bîra me be ku bi demê re tişt têne guhertin. Tiştekî di çêbûna xwe de kamil nîne. Ev ji bo ol û dînên din jî derbas dibe. Weke nimûne xiristiyan îro çend parçe ne û çend baweriyên cuda li ser Xwedê, Îsa û Meyrema hene. Heman tişt ji bo Melekî Tawis jî derbas dibe. Gelo ew melayîketeke, yan ruhê Xwedê ye? 

Magnus Bärtås herwiha balê dikişîne ser nebûna lêkolînên nivîskî û dibêje:

– Tradîsyon li ser bingehekî devkî ye. Loma jî versîyonên cuda derdikevine holê. Heman çîrok li du gundan bi du şêweyên cuda tê salox dan.

Lê dîsa jî nivîskar dibêjin tiştekî eshî mirov dikare li ser êzîdîtiyê bêje ew e ku nasname, xwîn û ol di nav hev de stirihayîye. Ew êdî ne tenê baweriyek e, ew herwiha awayekî jiyanê, adet û heta radeyekê sîyaset e.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".