Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li dibistanên Swêdê deng bilind de

Hat weşandin onsdag 4 februari 2015 kl 11.13
DibistanaTunabergs Wêne: Martin Hult/Radyoya Swêdê.
DibistanaTunabergs Wêne: Martin Hult/Radyoya Swêdê.

Kanalên Radyoya Swêdê yên herêmî bilindbûna deng a li 71 dibistanên li herêmên cûda yên Swêdê pîvane, û deng ji çara yekê li van dibistanan digihîje 80 desîbelî.

Mirov dikare vê yekê bi wekî ku li tamîratxaneyêkê kar bike muqayese bike an jî di nava tirafîkê de firavînê buxo.

Eger mirov li ciyekî bi ewqas dengê bilin kar bike, normal divê mirov guhê xwe ji vî dengî biparêze ji bo ku zerarê nebîne. Zarok bi xwe tenê demên kin rastî vî dengê bilind tên loma jî rîska ku zerara bihistinê bibînin kêm e.

Lê ev dengê bilind di nava hemû rojê de tesîrek xerab li fêrbûna wan dike, dibêje Kerstin Persson Waye, profesora dermankirin û jîngeha kar li akademiya nexweşxaneya Salgrenska.

 - Qet nemaqûle ku deng weha bilind be. Dengê ewqas bilind tesîr li fêrbûna zarokan dike. Tişt kêm tên bîra wan bê ka kesekî çi gotiye û ku mirov rune û li kesekî ku dipeyîve guhdarî bike û deng baş neyê, ev yek tenê mirovan diwestîne. Ez bawer dikim ku sebaba vê yekê ewe, mirov jîngeha ciyê zarokan bi qasî yê mezinan cidî nagre ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".