Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêxistinên mafê zarokan baştirkinê duxwazin

Hat weşandin onsdag 4 februari 2015 kl 15.47
Wêne: lillabuss.se
Wêne: lillabuss.se

Şeş rêxistinên mafê zarokan îro di rojnameya Dagens Nyheter de gelek xalên ku divê werin baştirin destnîşan dikin  ji bo ku rewşa zarokan a li Swêdê were baştir kirin.

Ev yek bi munasebeta ku îro dê Komîteya Mafê Zarokan a FNê, Neteweyên Yekgirtî raporek ku dikare rexne li Swêdê bike bê çawa mafê zarokan a li gor peymana mafê zarokan binpê dike pêşkêş bike.

Di beşa guftûgoya rojnameya Dagens Nyheter de rêxistinên parastina mafê zarokan îşaret bi wê dikin ku divê zêdetir hewldan ji bo perwerdekirnê were dayîn ne tenê ji bo mamosteyan ji bo personelên daîreyên fermî ku gelek caran bi van zarokan re dikevin têkiliyê. 

Him jî divê kesê wekîlê zarok e, were wezîfedarkirin ku rexne û giliyên ku tên kirin, ji zarok re derfetê çêbike ku bikaribe rexneyên xwe ji FN, Neteweyên yekgirtî, Komîteya Mafê Zarokan re bike.

Mirov vê yekê girîng dibîne, ji bo ku were teyîd kirin ka ji bo zarok safîbûnek çêdibe an na dema mafê wî tê binpêkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".