Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kontrola kansêr a genetîk zêde dibe

Hat weşandin onsdag 4 februari 2015 kl 16.05
Wêne: Jennie-Lie Kjörnsberg/Radyoya Swêdê
Wêne: Jennie-Lie Kjörnsberg/Radyoya Swêdê

Gelek jin ji ber tirsa nexweşiya kansêra pêsirê ya irsî, genê xwe test dikin ji bo bizanibin ka rîska ku kansêr bi rêya irsî li wan peyda bibe heye an na. 

Bernameya nûçeyî ya televîzyona swêdê SVT vê yekê piştî ku lêkolînk bi rêya telefonkirina kesan kiriye eşkere dike.

Li beşa kansêra genetîk a li nexweşxaneya Salgrenska li Göteborg tê gotin ku di van sê salên dawî de kontrola ji ber kansêra genetîk duqat zêde buye ku piraniya wan ji ber kansêra pêsêrê ango sîngê buye.

Li beşa irsî ya genetîkî ya nexweşxaneya zanîngeha Linköpîngê jî di sla 2003an de nêzîkî 40 lêkolîn dihatin kirin lê ev yek hina li derdora 600 lêkolîna nexweşan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".