Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wezîrê Xanî ji bo kirêkirina destê du rê vedike

Hat weşandin torsdag 5 februari 2015 kl 11.06
Mehmet Kaplan, (PJ) Wezîrê Xanî Wêne: Fredrik Hjerling
Mehmet Kaplan, (PJ) Wezîrê Xanî Wêne: Fredrik Hjerling

Hikumet ji bo ku ṣertên bazara kirêkirina xaniyan a destê du were guhertin rê vedike. Hikumeta berê gelek hewildan kirin dewrê ji bo ku bikirêdayina xaniyan a destê du asantir bikin. 

Yek ji hewldanan ew bû ku hikumetê derfeta gilîkirina kirêyên buha ji holê rakir. Armanc ew bû ku kirêyên xaniyên destê du werin daxistin. Lê lêkolîna ku P4a Radyoya Swêdê kiriye nîṣan dide ku weha nebuye.

Berovajiyê vê yekê kirêyên xaniyên destê du di bazara xaniyan a li herêma Stockholmê de yekcar bilind bûne. Ev pêṣketinek xemgîne, dibêje Wezîrê Xaniyan Mehmet Kaplan ku niha duxwaze ṣertan di çav re derbas bike.

- Ew dibêje, ev yek acîl e. Herî zêde jî vê yekê zerar daye ṣagirt û ciwanan û kesên ku ji ber karkirinê dive malên xwe bar bikin bajarekî din. Loma jî nabe ku bazar bi vî awayî be. Ez li ser vê gelek gelek ne aramim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".