Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bingeha leṣkerî ya swêdê li malî xelas dibe

Hat weşandin torsdag 5 februari 2015 kl 14.56
Mali Richard Myrenberg, quweta NY a Swêd li Mali. Wêne: Richard Myrenberg, Radyoya Swêdê
Mali Richard Myrenberg, quweta NY a Swêd li Mali. Wêne: Richard Myrenberg, Radyoya Swêdê

Quweta leṣkerî ya Swêdî ya Neteweyên Yekgirtî, FNê êdî avakirina bingeha Kampa mezin a li Malî li Rojavayê Afrîkayê ya bi navê Camp Nobel xelas dike.

Bingeh dê ji 42 000 metreçarkoṣeyan pêk were ku têde nexweṣxane, ciyên otomobîlan û xaniyên xizmetên hene.

Piraniya kampê xelas buye, tiṣtê ku maye ewe ku divê pirsgirêka sîstema avê û kanalîzazyonê were çareserkirin.

Piṣtê vê dê êdî cih amade ye ku 200 Swêdiyên quweta agahiyê ku dê piṣtgirî ya mîsyonerên Neteweyên Yekgirtî li herêma malî bikin.

Quweta Swêdî ya  li Maliye ya herî mezin a Neteweyên Yekgirtiyê di van 10 salên dawî de ye.

Tehdîta li ser welêt heye him ji aliyê Tauregerên li bakur in ku duxwazin veqetin û hin jî ji Milsimanên ku têkiliya wan bi Al-Qaida re heye ye.

Serhengê bilind Carl Axel Blomdahl berpirsiyarê leṣkerên mihendîze ku ji Eksjö çûne, avakirina bingeha leṣkerî xelas bikin. Ew weha dibêje:

-Bi taybet li derdora Timbuktu em dibînin ku gelek aramî heye. Xelk Kêfxweṣin dema em li nav bajêr in, ew li med dest dihejînin dema em li wan derbas dibin. Lê wekî din jî em dizanin ku ji vir pênc mîl ber bi baṣur û rojava buyer rûdidin heta li rojhelat jî. Ez dikarim bibêjim ku rewṣ niha hinekî din nearam û ne ewleye li gor dema ku em hatin vir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".