Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yek ji du keçan xwe qelew dibînin

Hat weşandin torsdag 5 februari 2015 kl 15.02
Wêne: Mattias Ahlm/Radyoya Swêdê.
Wêne: Mattias Ahlm/Radyoya Swêdê.

Herçend ciwanên keç û kurr ên di 11 ta 15 salî de tenduristiya wan a fizîkî baṣe jî, tenduristiya wan a derûnî her ku deçe xerab tir dibe.

Vê yekê raporek ji lêkolînek mezin a ku Daîreya Tenduristiya Gel derbarê çanda tenduristiya zarokên dibistanan li Swêdê, di salên 2013û 2014an de di nav 8000 zarokan de kiriye nîṣan dide.

Ev yek nîṣan dide ku her ku diçe zêdetir ciwan xwe qelew dibînin, herçend tu bingeh ji vê yekê re nîne jî.

Yek ji du keçikên di temenê 15 salî de di lêkolînê de dibêjin ku ew qelewin. Lê li gor lêkolînê tenê ji sedî 12 ji van kecikan qelewin.

Zêdetir zarok û ciwan dibêjin ku ew ji bo zayif bibin parêzê dikin.

Yek ji pêncê keçikên 13 salî jî dibêjin ku wan hewl daye ku kîloyên xwe daxinin û di nav kurikan de jî parêzî zêde dibe.

Petra Löfstedt, li Daîreya tenduristiya Gel lêkoler e, ew ji SVT ê re weha dibêje.

- Ev yek bi her halî pêṣketinek gelek xerab e. Û me di lêkolînên berê de jî ditiye ku têkiliyek di navbera fikra negatîv a li ser beden û tenduristiya psîkolojîk ango derûnî ye de heye. Û em di lêkolînê de vê yekê jî dibîn ku tenduristiya xerab a derûnî niha di nav keçên 15 salî de zêde dibe. Loma em duxwazin li ser vê yekê kur bibin û biṣopînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".