Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêveberiya Siyasiya Stockholmê duxwaze ṣaredariya Samiyan hebe

Hat weşandin fredag 6 februari 2015 kl 16.26
Wêne: Wikipedia
Wêne: Wikipedia

bibe Ṣaredariya Birêvebirina Samiyan, Daniel Hellden endamê Pariya Jîngehê vê yekê di axaftina xweya bi  rasthatina Roja Netewî ya Samiyan a îro de pêṣniyar dike.

Wî ev nuçeya siyaseta  sorkesk û pembeyiya derbarê  daxwazên wan ên ji bo zimanê samî di merasima netewî ya komeleya çandî ya Samî de li stadshusgården eskere kir.

Hellden îṣaret bi wê kir ku perpirsiyariyek mezin a Bajarê Stockholmê heye ku mafê samiyan a zima û çandê biparêz e.

- Sam komek mezin e li Stockholmê, û divê ew xwedî maf û derfetên ku pewistin bin.

Û ji bo vê jî yek rêyeke heye ew jî ewe ku divê li ṣaredariyan xizmeta ku ew bikaribin bi zimanê xwe têkilî deynin û daxwazên xwe bînin ziman hebe, eger ew vê yekê buxwazin.

Niha 19 ṣaredariyên birêvebirina samiyan a bi zimanê samî  ji bakurê Kirûnayê heta Älvdalen û baṣûr  hene.

Ev tê wateya ku ṣaredariyan erka ku bi zimanê samî xizmetê bikin zêde kirine, mîsal wek ji bo zarokan qirêṣ û malên ji bo lênerîna kesên bi temen, hemû jî nebe beṣek bi samî ye.

Dê niha dê bi rêya hevkariya partiyên ku bajarê Stockholmê birêve dibin a bi hikumetê re li ser wê vê xizmeta rêveberiyê çawa bikin di çavre derbas bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".