Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek hemṣîke taqet naynin ku tam wext kar bikin

Hat weşandin måndag 9 februari 2015 kl 11.18
Wêne: IM/ SR
Wêne: IM/ SR

Gelek hemṣîreyên anestesî û yên li beṣa acîl tenê nîv wext kar dikin ji ber ku ji wê zêdetir nikarin bikin. Vê yekê encma pirsnameya Federasyona Lênêrîna nexweṣan eṣkere dike.

Lê li ṣaredarî û Meclîsên Wîlayetan tê gotin ku pêwiste mirov vê yekê di çavre derbas bike û belkî ji kesên daxwaza karê nîvwext dikin re bêjin  na, ji ber ku li beṣa anestesî û lênerîna întensîv hemṣîre pêwistin û ev yek tesîr li hemû beṣa lênêrînê dike.

Komînikasyona di navbera kardêr û karker de, bi taybet li ciyên ku karker dibêjin ji vê zêdetir nikarim kar bikim baṣtir bibe, dibêje Agneta Jöhnk, berpisiyara beṣa siyaseta beṣa kardêr li ṣaredarî û Meclisên Wîlayetên Swêdê.

- Helbet, eger karkerek bibêje ku ew tam wext nikare kar bike divê kardêr di çav re derbas bike bê ka kar çawa dabeṣ kiriye. Û eger pir kes bibêjin ku ev yek ji ber jîngeha kar e wê demê divê hemû berpirsiyar li ser wê fikirin ka kar çawa hatiye organîze kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".