Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serokê Filistîn Mahmoud Abbas tê Swêdê

Hat weşandin måndag 9 februari 2015 kl 14.25
Mahmoud Abbas, Serokê Filistîn:TT/AP Photo.
Mahmoud Abbas, Serokê Filistîn:TT/AP Photo.

Îro Serokê Filistîn Mahmûd Abbas ji bo serdanek fermî tê Swêdê. Koma Filistîn a li Swêdê dibêje ku ev serdanek girîng e. Henrik Carlborg ku endamê Federasyona Rêveberiya Koma Filistîne li Swêdê dibêje:

- Tiṣtê ku em hêvî dikin ewe ku ev serdan piṣtgriyek baṣ bide Mahmoud Abbas,  wek serokê Filistîn di warê navnetewî de.

Serok Wezîr Stefan Löfven ku Mahmoud Abbas dawetî Stockholmê kiriye, xeynî bi Löfven û Wezîra Karûbarê Derve Margot Wallström dê Abbas bi ṣahê Swêdê Carl Gustav û Sermetrana  Kilîseya Swêdê Antje Jackelén re jî hevditînan pêk bîne.

Di rojevê de wek pirsa yekem proseya aṣtiyê ya di navbera Îsraîl û Filîstinê de ye û Swêd dikare di vî warî de çi bike dibêje Henrik Carlborg.

- Em difikirin Swêd wek welatekî bê alî, dikare rolekî mezin bilîze. Û em niha jî dizanin ku Swêd Filistîn wek welat qebûl kiriye.  Em hêvî dikin ku Swêd di pêṣerojê de rolekî girîngtir di warê fikra du welatên ji hev cûda de bilîze.

Ji xwe, serdana ku tê kirin jî li ser esasê ku Swêd Filistîn wek dewlet qebûlkiye ye. Li qebûlkirina filîstînê ya Swêdê gelek rexne hatin kirin ku dê ev yek nakokiya heye aloztir bike.

Û di dawiya vê hefteyê de jî  balyozê Îsraîlê li Swêdê li Stockholmê di çapemeniyê de nivîsî ku eger Mahmoud Abbas di axaftina xweya derbarê aṣtiyê de cidî ye bila di ṣûna li paytextên Ewrûpayê de here Jerusalêmê vê axaftinê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".