Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji Kinnunen endamê DS ṣika tawana aborî tê kirin

Hat weşandin tisdag 10 februari 2015 kl 11.07
Martin Kinnunen
Foto: TT

Endamê Parlamentoya Swêdê Martin Kinnunenê ji partiya Demokratên Swêdê, tê ṣikkirin ku wî sucên giran ên aborî kirine, lê wê heta ku doz berdewam be li parlemanê bimîne.

Lê di dema ku doz berdawam e wê nikaribe erka xwe ya wek endamê Bankaya Giṣtî ya Meclîsa Belediyê berdewam bike. Vê yekê bernameya Ekot radigihîne.

Martin Kinnunen bi xwe hemû tawanbariyan red dike û dibêje ku rêveberiya partiya wî piṣtgiriya wî dike.

- Min ev yek helbet bi rêveberiya partiyê koma rêveberiyê re nîqaṣ kiriye. Ez ji wir piṣtgiriyek xurt hîs dikim. Lê derê vê jî divê ez li ser erkên xwe jî bifikirim bê ka çi derfet hene û tesîrek çawa dike.

Li gor Daîreya çavdêriya sucên aborî ji vî endamê perlementoyê ṣika sucê bacê û sûcên giran yê muhasebeyê tê kirin.

Martin Kinnunen bi xwe dibêje ku ev yek tenê raporkirina baca bikaranînê ya ṣîrketa çapemeniya Demokratên Swêdê ya bi navê, Samtid och Frasmtid e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".