Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doktor û hiqûqzan nêrînên nijadperestî belavkirin

Hat weşandin tisdag 10 februari 2015 kl 14.17

Doktorekî taybet li nexweṣxaneyek mazin a Swêdî û hiqûqzanekî  ku asîstanê parlamentera yekitiya Ewrûpaye bi salane li foruma bi navê Flashback a li ser înternetê nêrînên nijadperestî nivîsandine.

Doktorê taybet agahiyên pir bi detay ên derbarê nexweṣên xwede jî eṣkere kirine.

Koma Lêkolînê ya bi navê, Researchegruppen û rojnameya Aftonbladetê bi hev re kesên li ser flashbackê dinivîsênin ṣopandine.

”Misliman bi gistî tenê miyên bêaqil in. Îslam jî nebaṣiyek mezin û nefreta li hember bi karanîna van miyên bêaqile ku tên xwarin” vê yekê doktor dinivîse.

Hiqûkzan jî niha ji endama paa parlamena Yekitiya ewrûpayê Kristina Winberg, endama partiya Demokratên Swêdê  re asîstaniyê dike, nivîsnadiye ku ”divê destûra Swêdiyan hebuya ku çekan bidestbixin” li gor ku hatina zêdeya penaberan tawankariya biyanîyan a zalim” Û ew di heman demê de jî tirsa ku wê biyanê têkevin mala wî û yën kesên sipî, jin û kecên Swêdiyên dema di xewde ne  pere û tiṣtên wan ên bi qîmet bidizin.

Dema ku rojnameya Aftonbladet vê yekê ji doktor dipirse ew poṣman e. Herdu jî poṣmaniya xwe tinîn ziman û kesê hiqûknas bi rêya mesajekê ji rojnameya  metro re dibêje ku ew niha li gor 6-7 sal berê kamiltir buye û ku ew poṣmane.

Lêkolîna rojnameya Aftonbladet û Koma Lêkolînê ya derbarê doktor de tenê yek ji wan kesan buye ku li ser lêkolîn hatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".