Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jan Johansson ji SCA yê istîfa kir

Hat weşandin onsdag 11 februari 2015 kl 11.23
Jan Johansson Wêne: Henrik Montgomery / TT
Jan Johansson Wêne: Henrik Montgomery / TT

dirêj ku bal li ser rêwitiyên luks ên serokê komṣîrketên SCA, Jan Johansson hat kirin ew neçar ma ji rêveberiyê istîfa bike.

Jan Johansson bi rêya peyamek ji bo çapemeniyê derbarê rewṣa xwe de got:

– Min ev mehên dawî gelek wext da lêkolîna ku li ser SCA tê kirin. Niha jî pêṣlêpirsînek hatiye destpêkirin, ev yek jî tê wê wateyê ku bala min a li ser rêvebirina kar hinekî din tê bi sînorkirin.

Rêveberiyê di heman civîna istîfayê de Magnus Groth wek serokê komṣîrketan hilbijart.

Wî di 2011an de li SCA dest bi kar kir û îro jî ji bo serokê  beṣa tîcaretê li Consumer Good Europé ye. Wê di 1ê adarêde jî dest bi karê xwe ya nû bike. 

Carina Lundberg Markow li Folksamê ku yek ji xwediyê ṣîrketan e dibêje ji bo ku careke din pêbawerî çêbe baṣ bû ku Johansson çû.

Ew dibêje gelek kesên ku li cem wan, li sîrketa sîgortayê ya Folksamê pereyên xwe razandine pistî buyera bikaranîna pereyan ji bo rêwitiyên luks û tiṣtên dinên ku destûra wî jêre tunebuye hatine xerckirin hêrs bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".