Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ṣahid: Me newêrabû mudaxele bikin

Hat weşandin onsdag 11 februari 2015 kl 15.02
Väktare, barn, misshandel
Foto: TT

Buyera ku roja înê li îstasyona trênê ya li Malmöyê rûda ku panêrekî nîzamî serê zarokakî 9 salî li erdê kevir xistiye bu sebeba gelek nerazîbûnên mezin di çapemeniyê de û di tora civakî de.

Dawiya dawî serokê polîs neçar ma  ku daxiyaniyekê bide û qebûl bike ku ṣîdeta li hember zarok hatiye bikar anîn ji hedê xwe zêdetir buye.

Niha jî ṣahidekî ku buyer bi çavên xwe ditiye ji rojnameya Sydsvenska re dibêje rewṣ ewqas aloz buye ku wî newêrabû mudaxele bike.

Ew dibêje:  Dema ku panêr zarok davêje erdê hevalê min li wir bû. Min tam nedît çi bû, lê piṣt re min fêm kir ku zarokê 9 salî pevçûye û xwe ji destê panêr rizgar bike. Ew Swêdî nizane û hevalî wî yê ji wî meztir jî ji bo alîkarî bike xwe nêzîkî wî dike.

Panêrekî din bi ser hevalê wî de diqîre ku ew ji wir dûr bikeve, lê ji bo ku ew swêdê nizane fêm nake. Panêr wî paṣde tam dide, digṣîne ser bankekê û li wir pêl nigê wî dike, li ser nîge wî disekine ku wî li wir rag re. Di wê demê de dengê gumîna serê zarokê ku li erdê dikeve deng dide.

Ṣahid wekîdin dibêje ku gelek kesan pirsa gelo çima kesekî mudaxeleyê vê buyerê nekiriye kiriye. Ez dikarim bibêjim xelk tirsiya. Ji ber berê ku hevalê zarokê li erdê hewl da mudaxele bike ez birêdebûm ku biçim û mudaxele bikim, lê mirov nizane çawa bîne ziman ku panêrê nîzamî bi çi awayî got dûr bikeve. Ew gelek cidî bû, ewqas qêriya ku dengê wî ket, ma kê diwêrabû ku xwe ṣûnda neke? Bi taybet pistî ku mirov dibîne çi bi serê hevalê wî yê li erdê tê.

Ṣahid rexneyan jî li polîsên ku tên ciyê buyerê dike û dibêje ku dema ew hatin wir herçend min û belkî 20 kesên din jî xwestin bi wan re biaxifin jî ew tenê ji me dûr ketin û wek buyerek ji rêzê rûdabe nêzik bûn. Heta ez çûm cem polîsekê û min got ku min ditiye çi buye, wê pirsî min buyer ditiye çawa destpêkiriye min got na, lê ku min wekî din hemû tiṣt ditiye. Bêyî ku ew tiṣtekî din ji min bipirse ew ji cem min çû.

Û ew lêzêde jî dike ku, ew piṣt re diçe cem polisekî din dema zarokan dibin derê û ji wan re dibêje ku min hemû buyer qeydî vîdeoyê kiriye ez dikarim nîṣanê we bidin, lê polîs tenê ji wî re dibêje ku ji ciyê buyerê dûr bikeve û tiṣtekî ku ew bibîne tune.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".