Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bankeya Navendî ya Giṣtî faîz daxist bin sifirê

Hat weşandin torsdag 12 februari 2015 kl 10.10
Stefan Ingves. Wêne: Jessica Gow/TT.
Stefan Ingves. Wêne: Jessica Gow/TT.

Bankeya Navendî ya Giṣtî reproräntan yanê faîza îdarekirinê daxist bin sifirê û kir 0,1. Bankeya Giṣtî ya Navendî bi 10 mîlyaran jî senedên dewlêtî dikire.

Di bin sifirê de 1 asta  herî daxistî nîne, heta Bankaya Navendî ya  Giṣtî dikare ji vê jî zêdetir jî dakeve ji bo enflasyonê rake. Ev peyama Serokê Giṣtî yê Bankayê Stefan Ingves bû îro dema daxistina faîza îdarekirinê ya daxistina bin sifirê di civîna çapemeniyê de ṣîrove kir.

Wî got ev biryarek nenormale. Vê carê peyam ewe ku faîzên daxistî alîkariya rabûna enflasyonê dikin. Eger ev têr neke peyama me ewe ku em amadene zêdetir hewl bidin.

Serokê Bankaya Navendiya Giṣtî hinek xetên serekeyên ku bûne sebeba daxistina faîzê destnîṣan kirin.

-Daketina qîmeta benzîn ku enflsayona cihanê dadixe.

-Ferqên mezin ên di navbera siyaseta pere a di nav welatan de, mîsal wek stratejiya derbarê faîza îdarekirinê.

Kronê Swêdî zayif buye herçen aboriya Swêdê baṣ jî diçe dê demek dirêjtir bigre heta qîmeta kronê Swêdê rabe.

Lê dîsa jî Bankeya Navendiya Giṣtî pêṣbîniyek ku niha êdî enflasyon giṣtiye herî xwar û birêde ye ku bilind bibe dike.

Armanca Bankeya giṣtî ewe ku enflasyon bighîje ji sedî 2.

 

Zanyarî derbarê daxistina faîzê de:

Bankeya Navendiya Giṣtî di cotmeha 2014an de faîza îdarekirinê daxist sifirê. Di dema li hevhatina hikumtê ya bi Alîansê re, di çileya pêṣîn de bankayê biryar girt ku dê faîz di sifiri de bimîne û dema bilindkirinê hinekî pêṣ de hat avêtin.

Reproränta, yanê faîza pêîdarekirinê, faîza herî girîn a diyarkere ji bo faîza Banke ya Navendî ya Giṣtî.

Lê ev faîz tesîrê li ser faîza pere hilandina û deynê xaniyên gel  nake, ji ber ku biryara van faîzan banka bi xwe didin ne Banke ya Giṣtî ya dewletê.

Lê ji bo sîstema hemû bankeyan guhertina faîza îdarekirinê gelek girîn e, nabe zêdehî an jî kêm pereyên bankeyan hebin. Ji bo ku rê li ber vê yekê were girtin pereyên bankeyan ṣevekê li cem Bankeya Giṣtî dimînin.

Sebeba ku Banke ya Navendî ya Giṣtî duxwaze faîzê daxîne du di bin sifirê de ewe ku duwxaze enflasyonê neçarî gihiṣtina armancek ji sedî 2,0 bike. Faîza negatîv dê ji bo bankeyan rê veke ku zêdetir pere lê erzantir bi deyn bidin û alîkarî bikin ku kirrîn di civakê de zêdetir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".