Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jîngeh peymana bi Erebîstana Saûdîre rexne dike

Hat weşandin fredag 13 februari 2015 kl 10.47
Bazara bi Erebîstana Siûdî re. Wêne: Privat
Bazara bi Erebîstana Siûdî re. Wêne: Privat

Di dema guftûgoyên hikumetê yên derbarê dê hevkariya leșkeriya peymana bi Erebîstana Siûdîre çi bibe gelek kes ji partiya Jîngehê dibêjin ku dirêjkirina peymana hevkariya bi Erebîstana Siûdî re li hember hevkariya partiya Jîngehê û Sosiyaldemokratan e ku yanê dê hikumet siyasetek feministî ya derve bimeșîne.  

Endamê partiya Jîngehê Carl Schlyter dibêje:

- Me gotiye em siyasetek derava ya çawa duxwazin. Me gotiye nêrînek me ya çawa derbarê jinê de heye, û me nêrîna xwe ya li ser demokrasî û azadiyê jî gotiye. Û ev hevkariya li hember hemû beșên bingehîn ên lihevhatina me ye, loma ji bo min encam gelek zelal e.

Partiya  çep jî bi berdewamî zorê li hikumetê dike vê dawî li vê bazarê bîne, loma dê di demek kurt de pêșniyara ku ev bazar were bi dawîkirin ji meclîsê re were pêșkêșkirin. Serokê koma partiya çep Hans Linde dibêje ku em bi vî awayî duxwazin ku bizanibin ka hemû partî çi difikrin.

Dema Margot Walström hat ser wezîfeya wezîrtiya karûbarê derve da xuyakirin ku dê hikimeta Sorkeskan siyasetek derva ya femînistî bimeșîne.

Di deklarasyona karê derve ya çarșemê de Walström got armanc ewe ku li hember neheqiya li jinê tekoșîn were kirin, rewșa jinê bi giștî were bașkirin û xizmet ji bo astî û pêșketinê were kirin.

Wezîra Karûbarê derve Margot Wallström derbarê bazara Erebistana Siûdî de nexwast tu agahî bide û got ku divê niha hikumet li ser vê pirsê bisekine.

Herî dawî di gulanê de divê Sosiyaldemokrat û partiya Jîngeh biryar bidin dê peymana bi Erebîstana Siûdîe wekî ku heye were dirêj kirin, di çav re were derbas kirin û guhertin anjî were xelaskirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".