Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Löfven derbarê agirbesta Ukrayna de: Divê detay zelatir bibin

Hat weşandin fredag 13 februari 2015 kl 11.40
Merkel, Hollande, Stefan Löfven. Wêne: TT/SR
Merkel, Hollande, Stefan Löfven. Wêne: TT/SR

piștî nîvro dê li Yekitiya Ewrûpayê civîna di çav re derbaskirina  guftûgoyên aștiyê yên navbera Sovyet û Ukraynayê de wer li dar xistin.

Tistê herî diyarker ji YE re bersiva Elmanya, ya Angela Merkel,  serokê Ukrayna yê Petro Porosjenko û serokê Fransa  Francois Hollande ye derbarê lihevhatina Mins tê çi wateyê de.

Serokwezîr Stefan Löfven derbarê lihevhatinê de weha ji bernameya Ekot re weha dibêje:

- Kêm kes dikarin wek Angela Merkel rewșê șîrove bikin ku beșdarî guftûgoyan bune.

Li gor min karêkî bi șeref dikin. Min lihevhatin xwendiye, bêguman detayên ku divê werin zelaltirkirin hene. Loma em divê li Merkel Hollande û Porosjenko guhdarî bikin ji bo ku em bizanibin bê ka ew çawa li lihevhatinê dinêrin.

Löfven derbarê kiryarên li hember Ukrayna de jî dibêje ku tenê biryar û pêșketinên li erdê dikarin van kiryaran biguherin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".