Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Rojeva kurdên Swêdê

Alîkariya Somaliya û lawikê neh salî

Hat weşandin fredag 13 februari 2015 kl 16.13
Rojeva heftiya 7
(5:18 min)
Nioåring nedbrottad av vakt i Malmö. Foto: Sydsvenskan.
Yek ji mijarên germ yên heftiyê muameleya nobedaran ya li hemberî lawikê neh salî bû. Foto: Sydsvenskan.

Vê heftiyê di medyayên civakî yên kurdan de du babet pir hatine gotûbêj kirin. Zaroka neh salî ku nobedaran lê xistibûn û projeya keçeke kurd ji bo zarokên Somaliya.

Zarokekî 9 salî digel yekî 12 salî ji maleke lênerînê (HBV – hem för vård eller boende) reviyabû. Û du nobedaran kurikê 9 salî avêtibû erdê û bi qasî ku xuya dikir serê wî li betona erdê dixist bê ku kesek li derdorê mudaxele bike.

Li ser vêya reaksîyoneke tund li hemberî nobedaran dihate nîşandan. Hin deng hebûn digotin kurik netebitî bûye û pehîn avêtine, lê piraniya kesên nêrîna xwe eşkere dikirin digotin wî çi kiribe jî ew zarokekî 9 salî ye û gerek bû ev tahde lê nehatiba kirin.

Kesekî bi rengekî çalak di gotûbêjan de cî digirt û xwe wehîr kir Özz Nûjen bû. Özz di pelê xwe yê Facebookê de bi rexneyan li pirsên xelkê dike û dibêje ”serê 9 saliyekî bi erda betonî ve tê pelçiqandin û hinek dipirsin bê wî çi kiriye, bê bi rastî 9 salî ye yan na, bê çima bi tenê digeriya, bê çima qîj didan”.

Vê nivîsa Öz baleke ewqas mezin kişand ku ji aliyê rojnameya Metro ve jî hate belav kirin.

Derbarê vê sahneya lêdanê ku belav bû de herwiha gelek rexne li kesên derdorê dihate kirin ku wan mudaxele nekirine. Pir kesan digotin ”xwezî em li wira bana, me yê kurik ji nav lepê wan derxistiba”.

Mijareke din ku pir hate gotûbêj kirin projeya ji bo Somaliya bû. Hevpeyvîna bi keçeke ji rojavayê Kurdistanê ku ji bo zarokên Somaliya alîkariyê berhev dike gelek peyam wergirtine.

Hin kes projeyê weke dilovanî û dilsojiyeke nimûne bi nav dikin. Lê gelek dengên rexnegir têne dîtin ku vê projeyê weke xeşîmî û nezanî bi nav dikin.

Ekseriyeta peyaman ew bû ku di rewşeke ewqas xedar de gereke pêşî mirov hewl bide alîkariyê bide yên xwe, nexasim rojavayê Kurdistanê. Kesek bi navê Newroz Xebat Yildirim dibêje ”Kurd ji xelkê re masîgir, ji xwe re kûsîgir in”.

Nivîskar Zinarê Xamo mijar derbasî bloga xwe kiriye û projeyê weke delîleke ”lawaziya hişmendî û hestên neteweyî ya kurd” bi nav dike. Ji ber ku ji Swêdê bi dehan somalî tevlî Daişê bûne jî hesasiyeteke kurdan ya taybet li ser vê projeyê tê dîtin.

Di nav peyaman de mixabin hin gotinên pir hişk heta derveyî uslûbê rêzê jî dihatine dîtin. Weke bersivek li hemberî van gotinên tund wek nimûne Ferit Kurdistanî gotiye ”eva hûn dikin ne welatparêzî, lê şovenîzm e”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".