Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek zarok li Swêdê wendane

Hat weşandin fredag 13 februari 2015 kl 16.28
Wêne: Anna Littorin/TT
Wêne: Anna Littorin/TT

penaber hersal li Swêdê wenda dibin. Herî zêde sala derbasbuyî zarok wenda bûne ku ev hejmar 374 bûye, yanê herroj zarokek wenda buye.

Ev yek li gor hejmarên ku rapora Migrationverket, Daîreya Koçê belav kiriye. Tenê ji wan zarokên wenda 58 kesan xwe eșkere kiriye.

Piraniya kesên ku wenda bûne di navbera 15 û 17 salî de ne, lê carna jî rewșên istîsna hene.

Ji sala 2012an de 90 zarokên di bin 12 salî de wenda bûne, li gor statîstîka Daîreya Koçê. Ji wan li derdora 30 zarokan di bin 6 salî anjî hê bicûktir bûne.

Fredrik Bengtsson, berdevkê çapemeniyê ye li Daîraya Koçê û ji SVT, televîzyona Swêdê re dibêje ku kes nizane ev zarokana li kune eger ew bixwe xwe radest nekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".