Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Șertên alîkariya aborî ya partiyan tê guhertin

Hat weşandin måndag 16 februari 2015 kl 10.48
Partiyên li Meclîsê. Wêne: TT
Partiyên li Meclîsê. Wêne: TT

Șertên ji bi alîkariya aboriya  partiyan sala were wê werin guhertin. Îro partiyên li meclîsê ne 80 mîlyon kronî li gor mezinahiyê par dikin, ji bo ku bikaribin piștgirî bidin partiyên destûbrak yên li welatên din.

Komek pispor, ji alîyê SIDA ve ku alîkariya aborî dide tê pêșniyarkirin ku alîkariya ji bo partiyan di çav re were derbas kirin û di pêșerojê de kalîteya projeyên hatine pêșniyarkirin ji bo dayina alîkariyê bibe bingeh.

Li gor lekolînê îro ne diyare gelo hemû pere diçin ciyê pêwist û rast.

Dayîna alîkariya aboriyê li gor mezinbûna partiyan dikare bibe sebeb ku Demokratên Swêdê jî bi rêya sîstema partiya destûbrak  bi gelek mîlyonan alîkariya partiyên ideolojîk bikin, ku paritiyên din ên li meclîsê ji vê yekê nerazîne.

Dê hikumet stratejiyek nû ji bona alîkariya aborî ya partiyan pêșniyar bike ku ji çileya pașîn a sala were de têkeve meriyetê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".