Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Terorê li cîrên xist

Hat weşandin måndag 16 februari 2015 kl 13.10
Teror giha Kopenhagen
(5:04 min)
Polis utanför synagogan i Köpenhamn, bredvid den misstänkte terroristen. Foto: TT
Gumanbarê êrîşan Omar Abdel Hamid El-Hussein ji aliyê polîs ve hate kuştin.Foto: TT

Piştî êrîşa li Kopenhagê xetera hemberî Swêdê berçav re tê derbas kirin. Siyasetmedar û meqamên ewlekariyê li tedbîrên bitesîr digerin.

Serokwezîr Stefan Löfven dibêje:

- Ji bo xurtkirina ewlekariya li ber kenîşte, dibistan û herwiha mizgeftan ji bilî tedbîrên heta niha hatine girtin em dikarin çi bikin? Çi parastin lazim e? Em tim van pirsan ji xwe dikin û helbet piştî bûyereke wiha em bêhtir difikirin.

Dawiya heftiyê li paytexta Danmarka Kopenhagê zilamekî 22 salî di destpêkê de êrîş bire ser ciyekî ku resam Lars Vilks lê bû, kesek kuşt û sê birîndar kirin. Piştre wî êrîşî kenîşte, ango îbadetxaneyeke cihûyan kir û li wira jî nobedarek kuşt.

Hem di êrîşa Kopenhagê û hem jî ya li Parîsê ku berya çend rojan pêk hatibû de navendên cihûyan bûne hedefa êrîşan. Sekretera giştî ya civata cihû li Stockholmê Ingrid Lomfors dibêje bûyerên li Kopengahê tesîreke berbiçav li wan dike.

– Helbet tesîreke mezin li me dibe, ji ber ku têkiliyên me yên bi civaka cihû li Kopenhagê re pir xurt in. Hedefa terorîstan navendên cihû ne û lewra gelek ji cemaeta me difikirin ku ew jî dikarin bibine hedef. Lewra tesîreke rasterast li civat yan jî kêmneteweya cihû ya Swêdê dibe.

Wezîrê karûbarê hundir yê Swêdê Anders Ygeman jî di heman baweriyê de ye ku xetera li hemberî cihûyên Swêdê heye:

– Em endîşeyên cihûyan cidî digrin, û ji bo ku ew bikaribin di civaka Swêd de mîna hemû kesên din bi azadî û serbestî îbadeta xwe bikin em ê her tiştî bikin. Ev tedbîr dikarin tedbîrên polîsî bin, nobedariya navendan û şopandina gumanbaran dikare were xurt kirin. Wekî din jî divê dîyalog di çarçoveya demokrasiyê de eşkere were kirin û gotûbêj li ser antîsemîtîzmê werine kirin.

Piştî êrîşa Kopenhagê hevkariya polîsê Swêdê bi hempîşeyê wan yê danmarkî re jî tê xurtkirin. Cîgirê şefê Säpo Johan Sjöö duh ragihand ku ew ji polîsê Danmarka zanyariyan werdigrin da ku bikaribin alîkariya vekolîna êrîşan bikin.

Şefê polîsan yê operasyonên neteweyî Mats Löfving jî duh di bernameya televîzyonê Agenda de ragihand ku parastina hin avahî û alavan tê qayim kirin. Lê asta amadebaşiya bergiriya terorê nayê guhertin ji ber ku ji 2010ê ve ji xwe ew di asteke bilind de ye.

Koordînatora neteweyî ya li hemberî şîdeta ekstremîst Mona Sahlin di bernameya Agenda de da zanîn ku heftiya werê ew ê lîsteyekê pêşkêş bike da ku mirov bikaribe nas bike bê meyla kesekî ewqas nêzîke ku bigihe terorîstan.

Tê texmîn kirin ku hedefa yek ji êrîşên Kopenhagê ya li hemberî navenda çandê resamê swêdî Lars Vilks bûye. Vilks li wira beşdariya civîneke li ser huner û azadiya derbirînê dibû. Ji ber rismê xwe yê ser pêxember Mûhemmed ji berê de nobedarên Vilks hene û li Danmarka jî polîsên Swêdê ew diparastin. Lars Vilks ji bernameya radyo P1 Morgon re dibêje tu tesîra vê bûyera dramatîk li ser wî bi xwe nebûye, ji ber ku êdî ew fêrî gef û bûyerên wiha bûye. Lê ew dibêje dîsa jî bi mirov nerast û xeyalî tê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".