Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Șaredariyên dewlemend zêdetir penaberan digrin

Hat weşandin måndag 16 februari 2015 kl 14.44
Wêne: Magnus Hjalmarson Neideman/TT.

Gelek ji șaredariyên herî dewlemend, ku di heman demê de ji aliyê Moderatan ve tên birêvebirin dê zêdetir penaberan bigrin.

Rojnameya Svenska Dagbladet li ser rewșê li deh șaredariyên herî dewlemend  lêkolîn kiriye. Gelek ji wan șaredariyan peyman îmzekirine ku dê zêdetir penaberan qebûl bikin.

Wek mînak dê Täby zêdit cih bide zarokên penaber yên bi tenê tên, li gor berê ku tenê 30 kes digirtin dê îsal 160 zarokan pêșwazî bikin. Danderyd dê ji 33 kesan bilind bike 67 û Nacka jî ji 71 bike 187 penaberî.

Birgitta Hart Carpenter, ku li rêvebriya Wîlayeta Stockholmê berpisiyara beș e  ji rojnameyê re dibêje ku van șaredariyan niha girtina penaberan li gor berê zêdetir kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".