Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Aborî

Tehtîl û xanî bihatir dibin

Hat weşandin tisdag 17 februari 2015 kl 09.20
Tesîra daxistina fayîzê
(5:11 min)
Şewqî Algan
Nêrîna aborîzan Şewqî Algan derbarê daxistina fayîzê de. Foto: Revend Şêxo.

Ev cara yekem e di dîroka Swêdê de ku fayiza sereke, ango ”reporäntan” tê daxistin bo bin sifirê -0.10. Gelo çi tesîra vê dê li xerca navmalê, bazara xaniyan, bazara karî dê hebe. Hevpeyvîn bi aborîzan Şewqî Algan re.

Li gor Algan, dê nirxên xaniyan bilindtir bibin, tehtîl bihatir bibin, xelk dê bêhtir deyn ji bankan bistînin û xerjkirin dê zêdetir bibe. Armanca vê daxistinê ew e, ku enflasyon bilind bibe, fîrma bêhtir pereyan di projeyan de razînin û ew armanca Riksbankenê ya enflasyona bi qasî 2% were bicîkirin. Lê ji ber ku yek ji bingehên vê daxistinê bihayê petrolê bû, hindek metirsî û rîskên vê daxistinê hene. Bihayê petrolê, weke ku Algan şirove dike, ne li Swêdê, lê belê ew ji têkiliya welatan tê nivîsandin. Û ji ber ku li gelek welatên ku Swêdê bi wan re bazirganiya petrolê dike, enflasyon kêm e. Her weha, xelkê Swêdê berê bi pîvanên mezin deynan ji bankeyan standine. Heger ew deyn bêhtir bibin, dibe ku ew tişt ji kontrolê derkeve, Algan dide ber çavan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".