Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kontrola rêwiyên balafiran xerab e

Hat weşandin tisdag 17 februari 2015 kl 12.53
Kontrola Swêdê sist e
(2:57 min)
Flygplan som landar. Foto: Plane landing at Heathrow, Andrew Wilkinson (flickr.com/photos/andrew_j_w/) licens CC BY-SA 2.0
Foto: Andrew Wilkinson (flickr.com/photos/andrew_j_w/) licens CC BY-SA 2.0

Ji bo ku terorîstan asteng bike û bigre qaîdeyên hikûmeta Swêdê yên çavdêrî û kontrolê jidandî ne. Lê di cîbicîkirina qaîdeyên nivîsandî yên YE de Swêd li paş e.

 

– Paseport ji aliyê maşînê ve tê xwendin. Eger tu pirsgirêk neyêne dîtin rêwî tê derbas kirin. Ku tiştek hebe lampeya sor pêdikeve û hingî em bangî beşa ewlekariyê dikin.

Di kontrola li Arlanda de paseport di ber maşîna xwêner re tê derbas kirin û zanyariyên di paseportê de bi awayekî elektronîkî diçine ji meqamên amerîkî re. Li wir tê nêrîn bê rêwî di lîsteya terorê de ye yan na.

Ji bo ku terorîstan asteng bike û bigre qaîdeyên hikûmeta Swêdê yên çavdêrî û kontrolê jidandî ne. Lê di cîbicîkirina qaîdeyên nivîsandî yên YE de Swêd li paş e. Bo nimûne li Swêdê tu şertê ku paseport werine skana kirin û agahî ji polîs re werine şandin nîne.

Di 2004ê de YE qanûnek nivîsand. Li gor vê qanûnê rêwîyên çûnûhatina wan ya Ewrûpa heye di seferên xwe de yekser gereke navê wan were qeyd kirin, lê ev qanûn heta niha jî li Swêdê nehatiye cîbicî kirin. Polîs dikare ji lîsteyeke seferên asîmanî daxwaza lîsteyekê bike, lê tu lîsteyên otomat ku tim nav tê de têne qeyd kirin nînin. Thomas Jacobson berpirsê ewlekariyê yê şîrketa balafiran SASê ye.

– Dewletên din yên ewrûpî weke Fransa, Portekîz û Spanya ev şert cîbicî kirine. Lê heta niha li Swêdê me ev yek nekiriye.

Jacobsson dide zanîn ku ew di skanakirinê de tarîxa jidayikbûnê, derbasbariya paseportê, netew û zayenda rêwî qeyd dikin. Ev agahî ji aliyê amerîkî û ingilîzan ve têne kontrol kirin bê ev nav di tu lîsteyên terorê de hene yan na.

Derheqê nebûna vê sîstema kontrolê de şefê polîsê sînor yê neteweyî Patrik Engström xembar e:

– Eger ev alav hebaya me yê feyde jê bidîta. Em dikarin navan manuel qeyd bikin, lê hingî bêhtir wext û kar divê. Ku îmkana otomatkirinê hebaya kar hêsantir û bi sîstemtir dibû.

Alîkara trafîkê li Arlanda Annette Carlsson:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".