Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Festîvala fîlmên îranî tê betalkirin

Hat weşandin tisdag 17 februari 2015 kl 10.40
Bio Rio. Foto: Sveriges Radio
Bio Rio. Foto: Sveriges Radio

Sînemaya Bio Rio ya li Stockholmê, festîvala fîlmên Îranî ya vê heftiyê betal dike. Sedem ew e ku guman hene ku yek ji amadekaran, Navenda çandî ya Îranî, têkiliyên wê bi sefareta Îranê re hene.

– Me wisa fahm kiriye ku Navenda çandî ya Îranî beşeke ji sefareta Îranê ye. Ev yek ji bo me ne meqbûl e. Em nikarin hevkariyê bi rêjîmekê ke re bikin, ku şêwekar, resam, hunermend, fîlmkêş û kesên ku ji bo gotina azad xebatê dikin, zindan dike. Ev gotinên Calle Nathansson, berpirsiyarê giştî yê Folkets hus och parker, xwedî û birêvebirê Bio Rio ne.

Gelek nezelalî hene derbarê girêdanên bi sefareta Îranê re, Calle Nathansson dibêje. Mebesta wî ew e ku fîlm di derfetine din de dikarin werin nîşandan, lê divê pêşî li wan nezelaliyan were kolîn.

– Ji aliyekî din ve kesin hene ku dibêjin ev tişt ne rast e, lê me biryar da ku em vê festîvalê betal bikin, ji ber ku gelek nezelalî hene. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".