Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çalakiyên muzeyan di tatîla sporê de

Hat weşandin tisdag 17 februari 2015 kl 12.55
Sportlov û zarok
(3:07 min)
Robert Elf på Tekniska museet demonstrerar hur 3d-skrivaren fungerar. Foto: Siri Hill/Sveriges Radio.
Robert Elf på Tekniska museet demonstrerar hur 3d-skrivaren fungerar. Foto: Siri Hill/Sveriges Radio.

Di tatîla sporê de li muzeyên Stockholmê bi taybetî ji bo zarok û ciwanan gelek aktîvîte, xebat û lîstikên balkêş hene.

(Sportlov) ango tatîla sporê ya xwendekaran li hin ciyên Swêdê wek Göteborg û Malmö dest pê kiriye. Dibistanên Stockholmê jî di heftiya nehê de dikevine tatîla sporê de. Lê ji niha de Muzeya Teknîkî ya Stockholmê dest bi xebat û aktîvîteyên tatîlê kiriye da ku bala zarok û ciwanan bikişîne muzeyê. Joy Jang yê 13 salî hatiye muzeyê da ku bilîze û hevalên xwe bibîne.

Joy Jang ji peyamnêra Radyoya Swêdê Siri Hill re dibêje lîstika ew pê dilîze seyr, lê ewqas jî xweş e. Par jî ew hatiye vê muzeyê. Wekî din di tatîla sporê de ew diçe hawiz avjeniyê, dilîze û xwe rehet dike.

Filmxane, fêrkirina zarokan ya zimanê komputeran û xemilandina lîstikan çend ji aktîvîteyên muzeya Teknîkî yên tatîla sporê ne. Lê xebatên muzeyên din jî yên taybet ji bo tatîla sporê hene. Li muzeya Livrustkammaren mirov dikare mucewherên xwe bi xwe çêbike. Li Muzeya tarîxa golan (Sjöhistoriska) mijar keleşiya deryayan e û li Muzeya Modern mirov dikare tevnepîrikan çêbike.

Mazûvanê Muzeya Teknîkî Robert Elf nîşan dide bê bernameya ew diceribîne çawa dengên cuda dertêxe û bi meyweyên cuda yên wekî mûz, sêv û gêzeran adeta pîyanoyek çêdibe. Li gor wî ji dêla ku xelk li mal xwe gêr bike û li televîzyonê binêre baştir e werine vira û van lîstikên xweş biceribînin.

Joy Jang dibêje:

– Li vir lîstikên xweştir hene û ez bawerim ez ê dîsa bêm.

Belê, Joy Jang yê 13 salî ji derbaskirina wextê xwe li Muzeya Teknîkî memnûn e. û Robert Elf dibêje ji xwe hedefa wan jî bi van xebatan hatina xelkê û kêfxweşkirina wan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".