Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hotêlê coteke homosêksuêl nehewand

Hat weşandin tisdag 17 februari 2015 kl 13.08
Steve Davis och James Farless vigs. Foto: TT
Foto: TT

Dema Mikael û Johan xwestin ku ji bo tehtîla dawiya hefteyê li hotêla Elite Stadshotell li bajarê Västerås veqetînin, daxwaza wan hate redkirin, ji ber tamîrkirinê. Lê ji bo cota hetrosêksuêl ”Evelina” û dostê wê, tu kêşe tune bû.

Mikael dibêje:

– Dema ku nas kirin ku em du kesên homosêksuêl in, telefona me kirin û gotin ku divê em veqetandinê betal bikin, ji ber ku ew hotêl dê were tamîrkirin. Pir diyar bû ku wan wisa biryar da, piştî ku hat naskirin ku em du kesên homosêksuêl in.

Mikael bi guman bû û hewl da ku roja din carekê din veqetîne. Lê vê carê wî xwe weke Evelina ya hêtrosêksuêl da naskirinê.

– Dema ku me hewl da ku weke cota homosêksuêl veqetînin, çê nebû, lê ji bo coteke hêtrosêksuêl, di eynî rojê de, ji bo veqetandinê tu kêşe tune bûn, Mikael dibêje û diyar dike ku ew dê vê bûyerê li cem çavdêrê cudahîkirinê, ango Diksrimineringsombudsmannen, gilî bike. 

Mikael careke dawî hewl da ku ji bo xwe û dostê xwe veqetîne lê dîsan bersiva hotêlê redkirin bû, ji ber tamîrkirina hotêlê.

Di eynî wexta redkirinê de, sê nameyên bibîrxistîne ji Evelina (ya ji aliyê Mikael ve hatiye derxistin), hatin şandin, ji bo ku veqetandina xwe bi cî bike. Yek ji wan ji aliyê heman kesê ku veqetandina Mikael û Johan red kir, hatibû şandin.

Birêvebirê Elite Stadshotell li bajarê Västeråsê Cem Gürler dibêje:

– Sedem ew e ku barê li ser hevkarên me zêde bûye. Heger em di vê bûyerê de ji bo tiştekî bên tawanbarkirin, ew tişt xizmeta xerab e.

Resepsyonîstê we dibêje ku cota homosêksuêl nikarin werin hotêlê, ji ber tamîrkirinê, lê eynî resepsyonîst ji Evelina re dibêje ”Tu bi xêr hatî”. Tu vê yekê çawa şirove dikî?

– Ez bi rastî nizanim ez dê çi li ser vê yekê bibêjim. Lê ez careke din îsrar dikim ku sedem ne cuhdahîkirin e. Ev tişt li cîhana me tune ye.

Cem Gürler dibêje ku ev yek dikare weke cudahîkirinekê were fahmkirin, lê li ser vê yekê zêde dike ku Elite Stadshotell li Västeråsê merasima mehrbirîna coteke homoseksuêl pêk aniye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".