Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşbirka serokatiya Demokratên Xiristiyanan germ dibe

Hat weşandin tisdag 17 februari 2015 kl 13.15
Kristdemokraterna Ebba Busch Thor och Tuve Skånberg. Kollage: SR
Ebba Busch Thor û Tuve Skånberg. Kollage: SR

Ji bilî Ebba Busch Thor, Acko Ankarberg Johansson û Penilla Gunther, berdevkê siyaseta aborî ya Demokratên Xiristiyan, Jakob Forssmed, ragehand ku ew dixwaze şûna Göran Hägglund bigire.

Forssmed dibêje: - Ez bawer im ku mercên min ji bo serkêşiya Demokratên Xiristiyan baş in. Min berê îzah kiriye em çawa dikarin siyaseta xwe bi pêş ve bixin, ji bo aborî û refaheke xurttir.

Li ser pirsa ew çiqas nêzîkî serokê niha yê partiyê, Göran Hägglund, disekine, Jakob Forssmed wisa dibêje: - Me gelek sal bi hev re kar kir, lê helbet ez û wî ne tam weke hev difikirin. Yek ji wan xalên ku di nerîna min de partiya me gerek li ser bisekine, ew e ku kar roleke navendî dilîze, ji bo ku em refaha Swêdê biparêzin.

Ew dibêje ku ji bo kesên ku ji derveyî bazara kar in, bo nimûne ciwan, bac werin daxistin, ji bo ku ew pere bidin ser hev, nêzîktirî bazara kar bibin û sermiyanekê ji bo projeyên kar yên pêşerojê bi dest bixin.

Forssmed yek ji wan kesan bû ku pêşniyarên ji bo kêmkirina bihayên koçkirinê ji aliyê Demokratên Xiristiyan ve hat nivîsandin.

Yek ji wan pêşniyaran ew bû, ku penaber dê destûra rûniştinê ji bo 3 salan wergire. Heger yê penaber karekî bi dest xist, dê ew destûr bibe daîmî.

– Siyaseta me, Demokratên Xiristiyan, ji bo penaberiyê siyaseteke însanî ye. Swêd gerek devereke parastinê be ji bo wan kesên ku ji ber zordestî û tahdeyê ji welatên xwe direvin. Lê di heman demê de, divê em tê bigihin ku em nikarin tenê mirovan derbasî Swêdê bikin, lê belê divê em wan derbasî civaka Swêdî jî bikin. Hizira me ew bû, ku kesên bi hacetî parastinê ne, dê werin parastin û destûra rûniştinê ji bo 3 salan wergirin, û hêzeke kişandina ber bi kar ve bidin wan. Heger karekî bi dest bixin, ew destûra rûniştinê dibe daîm. Lê heger pêwîstiya parastinê piştî 3 sala bimîne, helbet destûr dibe daîmî.

Di eynî demê de, Tuve Skånberg, yê xwedî tecrube di beşê mihafezkarên Demokratên Xiristiyan, dibêje ku ew dê piştgiriya Ebba Busch Thor neke, ji ber ku, li gor ku wî got: ”Wê hemû tiştên ku partiyê di gelek salan de têkoşand û bi dest xist, bi çend bersivên kurt vala kirin”. Mebesta wî li ser hevpeyvîna Ekot ya roja şemiyê bi Busch Thor re. Di wê hevpeyvînê de, wê gotibû ku cotên homosêksuêl û kesên bi tena xwe, gerek mafê wan yê pêsikandinê hebe. Her weha, Ebba Busch Thor got ku tu gumanên wê derbarê qanûnên kurtajê yên roja îro, tune ne. Jin dê bikaribin piştî destûrgirtinê ji Mudîriyeta Giştî ya Karûbarên Civakî, Socialstyrelsen, heta hefteya 22an zaroka xwe ji ber xwe bibe. Ev her dû xal li dijî têgihiştina partiyê ya bingehî ye.

– Em vê xalê weke serêşiyekê dibînin. Ji bo Ebba, xuya dike ku ev tişt pir rehet e, 22 heftî û destûra Socialstyrelsen. Lê ev pirs ji wisa bi gelekî bêhtir tevlihev e.

Namzetê nuh, Jakob Forssmed, jî piştgiriya qanûna îroj dike, lê dibêje ku divê her tiştê ji dest derdikeve bê kirin, ji bo ku mirov ji ber sedemên aborî yan civakî tu caran mecbûr nebe zarokê ji ber bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".