Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Zimanê zikmakî:

Li Swêd mafekî bingehîn, lê li hin welatan parçekirina welêt e

Hat weşandin torsdag 19 februari 2015 kl 09.56
Zimanê zikmakî
(8:27 min)
modersmålsseminariets initiativtagare i riksdagen
Amadekarên semînerê Walter Mutt (mp) û Amine Kakabaveh (V) digel axavtvanên semînerê mamoste Haydar Diljen û profesora zimanên îranî Carina Jahani.

Bi munasebeta roja cîhanî ya zimanê dayikê ku 21ê sibatê ye ev li parlemana Swêdê semînerek hate li dar xistin. Mijar balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê dayikê yê zarokan li Îran û Tirkiyê bû.

Li dewletên demokrat perwerdeya zimanê dayikê yek ji mafên bingehîn e. Bes hin dewletên ku destûra Neteweyên Yekbûyî pejirandine dîsa jî li gor wan prensîbên ku wan îmzakirine tevnagerin. Tirkî û Iran du ji wan dewletan e ku lê mafê kêmneteweyan û nexasim yê zarokê kurdan tê binpêkirin.

Hem li îranê hem jî Tirkîyê, perwerdeya bi zimanê dayikê û bi taybetî kurdî mijareke di sîyaseta van welatan de ye lê dîsa jî heta niha tu qanûnên ku bi şêweyekî berbiçav rê li ber vekin nînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".