Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêaksyonên tund zewaca bi zarokê re betal dike

Publicerat torsdag 19 februari 2015 kl 15.00
Alexander Gabelic. Wêne: TT.
Alexander Gabelic. Wêne: TT.

alexander Gabelic:

”Hîn jî tirsên pir mezin hene ku hindek zewaca ji zarokan were pejirandin, lewre, gerek qanûndêner pir bi zelalî bidin nasandin ku ev tişt yekcar ne meqbûl e”

Zewaceke di navbera keçekê 14 salî û zilamekî 21 salî sala çû ji aliyê daîreyên Swêdî ve hate pejirandin. Bûyerên zewaca ji zarokan di van salên dawî de gelek caran li Swêdê hatine der.

Sala çû, qanûna ji bo zewaca bi zarokan re li Swêdê   hate şidandin, wate ku niha mirov nema dikare mûafîbûn wergire ji bo ku bi zarokekê, ango kesekê di bi 18 salan, re bizewice.

Lê zewaca bi zarokan re ku li dervî welêt pêk hatiye, û heger wê demê tu girêdana partneran bi Swêdê re tune bû, dikare ji aliyên daîreyên Swêdê were qebûlkirin.

Birêvebirê yekîtiya Swêdî ya Netewên Yekgirtî, Alexander Gabelic pêşniyar dike ku gerek Swêdê qedexeyeke tam li ser zewaca bi zarokan re bi cîh bike, ew wisa dibêje:

”Hîn jî tirsên pir mezin hene ku hindek zewaca ji zarokan were pejirandin, lewre, gerek qanûndêner pir bi zelalî bidin nasandin ku ev tişt yekcar ne meqbûl e”.

Lê ev car coteke penaber ku berê zewicî bûn, hatin Swêdê û daîreyan qebûl kir ku ew bi hev re bijîn.

Daîreya Xizmeta civakî, Socialtjänsten, li belediya ku zewacê qebûl kir, rêaksyoneke pir tûj nîşan da, û zewac hate betalkirin

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".