Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Rojeva kurdên Swêdê

Uppdrag Granskning kurd hêrs kirin

Hat weşandin fredag 20 februari 2015 kl 16.10
Rojeva kurdên Swêdê di heftiya 8 de
(6:48 min)
Uppdrag granskning
Bernameya SVT ya vekolînî "uppdrag granskning"

Di medyayên civakî de kurdên Swêdê vê heftiyê herî zêde ev herdu mijar munaqeşe kirin: Hevpeyvîna Uppdrag Granskning ya bi endamê Daişê re û pirsa bê êzidî kurd in yan na.

Piraniya caran di gengeşiyan de mirov du nêrînên cuda dibîne. Lê derheqê bernameya Uppdrag Granskning ya SVT de hemfikriyeke berfireh heye. Xelk ji awayê çêkirina bernameyê, ji pirsên rojnameger û ji siyaseta swêd ya di vî warî de nerazî ye.

Gelo êzidî navê hem ol hem jî etnîsîteyekê ye yan ew tenê navekî olî ye? Û nûnertiya êzidiyan kî dike?

Di rojeva heftiyê de em behsa gengeşiyên li ser van babetan dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".