Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdê dest bi kontrolkirina sînoran kir

Hat weşandin torsdag 12 november 2015 kl 11.20
kontrola sînoran
(1:50 min)
nyanlända flyktingar i färjan. Foto: TT
Her kesê tê Swêdê divê yan divê nasnameyê nîşan bide, yan doza mafê penaberiyê bike, yan jî dê were vegerandin. Foto: TT

Swêd êdî wê sînorên xwe kontrol bike. Daîreya Koçê kiriye hawar ku ew hew dikarin ji bin bar derkevin û lewra ev biryar hatiye standin.

Wezîrê hundir dibêje:
– Ev demek bû hikûmetê ji bo kontrola sînoran ya demkî amadekarî dikirin û roja çarşemê Daîreya Koçê (Migrationsverketê) ji ber barê giran daxwaza biryarê ji hikûmetê kir.

Kontrola sînoran tê wê wateyê ku her kesê derbasî Swêdê bibe gereke paseport yan jî nasnameyê nîşan bide. Yê ku nîşan nede yan divê yekser daxwaza penaberiyê bike yan jî dê were vegerandin.

Biryara kontrolê di serî de ji bo deh rojan hatiye standin, lê piştre dikare were dirêj kirin.

Sebeba girtina vê biryarê ew e ku di van heftiyên dawî de hejmareke bilind ya koçberan têne Swêdê. Di van du mehên dawî de 80 000 penaxwaz hatine. Hêjayî gotinê ye ku di tevahiya 2014ê de hejmara penaxwazan ewqas bû. 

Lewra Daîreya Koçê dibêje ew hew dikare ji bin bar rabe, polîs dibêje li hemberî ewlekariya civakî talûke hene, şaredarî û dezgehên din yên civakê jî ev demeke behsa rewşeke neragirbar dikin.

Herî dawî berya du rojan partiya sereke ya muxalefetê Moderatan jî daxwaza tedbîreke wiha kiribûn. 

Di nava rojê de em ê agahiyên berfirehtir li ser biryarê biweşînin û hewl bidin ronî bikin bê ew tam tê çi wateyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".