Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sînorên Swêdê çawa têne kontrol kirin?

Hat weşandin torsdag 12 november 2015 kl 16.29
Kontrola rêwiyên trên, erebe û gemiyan
(4:21 min)
Poliser och flyktingar som står på tågstation. Foto: TT
Yên nasnameyên wan nebin dikarin yekser daxwaza penaberiyê bikin. Foto: TT

Polîsê Swêdê îro dest bi kontrolkirina sînoran kir. Lê gelo ev tê çi maneyê û wê trên, erebe û gemî çawa werine kontrol kirin?

Biryara kontrolkirina sînoran tê çi wateyê?

Piraniya dewletên endamên YE herwiha peymana Şengenê jî di navbera xwe de îmza kirine. Ev tê wê maneyê ku di navbera van dewletan de çûnûhatina serbest heye. Di şertên normal de rêwî nayêne kontrol kirin, pirsa paseport û nasnameyê ji wan nayê kirin. 

Bi biryara niha re rêwî wê bêne kontrol kirin, wê pirsa paseport yan jî nasnameyeke ku li Swêdê derbas bibe ji wan were kirin. 

Kontrol dê çawa were kirin?
Xelk bi sê riyan têne swêdê:
Bi otomobîl û erebeyan
Bi trênan
Bi gemiyan

Heçî erebe wê berekende werine kontrol kirin. Wek nimûne polîs wê li ser pira Öresundê serê çend erebeyan yekê rawestîne û pirsa belgeyan ji wan bike. 

Polîs dibêje ji bo rêwiyên trênê jî heman metod derbas dibe. Yanî wê polîs biçe aliyekî, yan serê çend kesan yekî rawestîne û daxwaza belgeyan bike. 

Lê yên di gemî û keştiyan de dibe ku her kes were kontrol kirin. Gava ew siwar dibin nobedar wê bikaribin ji her kesî daxwaza nasnameyên wan bikin. 

Eger nasname yan jî paseporta mirov nebe çi dibe?
Eger mirov welatiyê Swêdê be yan jî îqameya mirov li Swêdê hebe, polîs dikare di nav çend deqeyan de derxe holê û mirov berde.

Lê eger mirov bi mebesta mihaciriyê hatibe, nasnameya mirov ya swêdî yan jî dewleteke din ya YE nebe hingî mirov dikare li ciyê lê daxwaza penaberiyê bike. Wê demê polîs wan hewaleyî Daîreya Koçê dike û otobusek tê wan dibe.

Eger belgeyên mirov nebin û mirov daxwaza penaberiyê neke çi dibe?
Belê gelek kes, bi taybetî îraqî Swêd weke dewleteke transît bi kar tînin, bêyî ku li vir daxwaza mafê rûniştinê bikin derbasî Fînlanda yan jî Norvêcê dibin.

Heqê polîs heye kesên wiha yekser vegerîne Danîmarka yan jî Almanya.

Kontrola sînoran heta kengî wê dewam bike?
Biryara hikûmetê di destpêkê de ji bo deh rojan e û îro wê dest pê kir. Lê di civîna çapemeniyê de polîs ragihand ku amadekariyên wan ji bo şeş mehan e. Yanî bi îhtîmaleke mezin dem wê bê dirêj kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".