Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Tenduristî

Bakteriyên xweragir li Ewropayê belav dibin

Hat weşandin fredag 13 november 2015 kl 09.50
"Hê siyasetmedaran cidiyet fêm nekirine"
(3:35 min)
 Oleg Popov/TT.
Wêne: Oleg Popov/TT.

Bakteriyên xweragir ên ji cureya ESBLcarba van salên dawiyê li welatên Ewropayê  zêde bûne. Ev bakteriyên ku kontrolkirina wan zehmet e vêga li çar welatan bi awayekî mezin belav bûne.

 

Li gorî kovara Eurosurveillanceê ev bakteriyên xweragir li seranserê Îtalyayê, Yûnanistanê, Tirkiyeyê û Maltayê belav bûne û kontrolkirina wan a li van welatan jî zehmet xuya dike.

Tora Strama çalakiyên li ser xweragiriya antîbiyoktîkayê dimeşîne. Seroka vê torê ya Västra Götalandê doçent Christina Åhrén dibêje rewşa di halê hazir de gelekî cidî ye.

Christina Åhrén dibêje rêyên tedawîkirina enfeksiyonên bakteriyên wiha gelekî kêm in, loma ev rewş me nearam dike. Ew diyar dike ku ji ber globalbûna pêşketî ya roja me ji bo Swêdê jî xweparastina ji van bakteriyan zehmet dibe.

Berî niha bakteriyên ESBLcarba bi awayekî herêmî li nexweşxaneyan derdiketine holê. Lê vêga li çar welatên Ewropayê ev li seranserê welatan belav bûne.  Ji sala 2013an ve belavbûna bakteriyan a herêmî jî du caran zêde bûye.

Hin enzîmên bi van bakteriyan re antîbiyoktîkayan bêkêr dikin û loma mirov mecbûr dimîne ji bo tedawiyê hin dermanên kevin bi kar bîne ku paştesîrên wan ên giran hene.

Îsal li Swêdê bi 86 kesan re ev bakterî hatine dîtin ku bi ti antîkbiyotîkayên modern nikarin werine tedawî kirin. Li gorî par ev hejmar du caran zêde bûye, lê heta vêga tedawiya van kesan bi alîkariya dermanên kevin jî li klînîkên enfeksiyonê bi ser ketiye.

Christina Åhrén dibêje di halê hazir de ji ber ku hejmar li Swêdê kêm e em dikarin tedawiya nexweşan bikin. Lê ku hejmara nexweşan zêde bibe divê xizmeta tenduristiyê ji bo ji heq derkeve rêyeke baş peyda bike.

Li gorî kovara Eurosurveillanceê belavbûna bilez a van bakteriyên xweragir xeterê ji bo ewlehiya nexweşên li nexweşxaneyên ewropî derdixe holê. Tê destnîşan kirin ku hê jî li 14 welatên ewropî ji bo berlêgirtina bakteriyên ESBLcarba ti planên neteweyî yên tedbîran nînin.

Otto Cars damezrênerê tora ReAct e ku li ser vê mijarê xebatan dimeşîne.  Ew dibêje ev pêşî berpirsiyariya hikûmetan e. Divê ew bi awayekî neteweyî tedbîran ji bo berlêgirtina belavbûna van bakteriyan bigirin. Lê tê bihîstin ku li aliyê siyasetê cidiyet û girîngiya problemê hê nehatiye fêm kirin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".