Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Penaber

Kontrolkirina sînorên Swêdê penaberên li Rostockê bi fikar dike

Hat weşandin fredag 13 november 2015 kl 12.12
"Telaşekê li vir rû daye"
(2:46 min)
Wêne: Marcus Ericsson / TT
Wêne: Marcus Ericsson / TT

Kesên ku bi trên û keştiyan dikevine welêt têne kontrol kirin û pirsa nasname û pasaportê tê kirin. Elî li Rostockê alîkariya penaberan dike da ku xwe bigihînine Swêdê. Ew dibêje piştî xeberên kontrolkirina sînor telaşekê li wir rû daye.

Doh polîsê swêdî dest bi kontrolkirina li ser sînoran kir û penaberên ku têne welêt yan divê bi dest xwe re serî li penaberiyê bidin an jî divê vegerine Danîmarkayê.

Xeberên li ser kontrolkirina sînorên swêdî rêxistinên ku li bajarê Rostockê li Almanyayê alîkariya penaberan dikin bi fikar dikin. Li Rostockê gelek penaber li hêviyê ne da ku bi gemiyê werine Swêdê, lê rêxistinên ku alikariya penaber dikin nizanin ka dema ew bi şirketên neqliyata deryayî re bazarê bikin ew ê hay ji çi qaîdeyan hebin.

Elî dibêje em weke dînan telefonî vir û wir dikin. Me bihîstiye ku ji vêga ve 25 penaber bi paş ve hatine vegerandin. Vêga em ji bo razanê  ji wan re li cihekî digerin. Ew dibêje cih heye, lê bajarê Rostockê ji bo kesên bêpasaport ku dixwazin li vir bimînin ne amade ye. Em hewl didin da ku ew karibin li vir bimînin.

Mercên wergirtina penaberan li Almanyayê jî xerab bûne. Li gorî Daîreya Koçê vêga 40 hezar penaber di konan de dimînin. Li Swêdê jî heftiya buhurî wezîrê koçê Morgan Johansson (S) gotibû ku em nikarin garantiya cihê manê bidine penaberan û loma divê ew li Almanyayê bimînin. Lê vê ti tesîr li penaberên ku dixwazin werine Swêdê nekiriye.

Elî dibêje Swêd ji aliyê wergirtina penaberan ve mînakeke bêhempa ye. Ew dibêje dema wezîre koçê yê Swêdê wisa dibêje em ji xwe re difikirin û dibêjin ji xwe hema bêje rewşa normal li Almanyayê wiha ye. Elî diyar dike ku me texmîn nedikir ku Swêd dê bi gotinên wiha derkeve hemberî penaberan. Lê em dizanin ku Swêd di demeke dirêj de jî dikare ji heqî penaberan derkeve û aktîvîstên swêdî jî ji me re dibêjin ku ev tenê gotin in û rewşa rast ne wisa ye.

 Li gorî daîreyên almanî nêzîkî 770 penaber li Rostockê dimînin. Lê nayê zanîn ka çend ji wan dixwazin werine Swêdê. Personelê gemiyên ku ji Rostockê hereket dikin jî dest bi kontrolkirina nasnameyan kiriye û Elî dibêje ji sed kesên ku xwestine werine Swêdê 43 kes hatine rawestandin.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".