Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Penaber

Partiya Navendê: Bila penaber bi xwe xaniyan peyda bikin

Hat weşandin fredag 13 november 2015 kl 13.47
"Penaber jêhatî ne, ew karin xaniyan peyda bikin."
(3:51 min)
Jonas Ekströmer/TT
Anders W Jonsson, wekîlê seroka Partiya Navendê. Wêne: Jonas Ekströmer/TT.

Partiya Navendê (Centerpartiet), ku ji heşt partiyên di parlamentoyê de bi tenê li dijî kontrola li ser sînoran e, dibêje bila penaberên ku têne Swêdê bi xwe ji xwe re xaniyan peyda bikin.

Di halê hazir de Daîreya Koçê cih ji penaxwazan re peyda dike, lê li gorî pêşniyaza Partiya Navendê pereyên rojane yên ku penaber distînin dê were zêde kirin û ew ê bi xwe xaniyan ji xwe re peyda bikin.

Wekîlê seroka Partiya Navendê Anders W Jonsson dibêje, Daîreya Koçê nikare hejmara xaniyan a pêwîst peyda bike, loma li gorî me eger berpirsiyariya peydakirina xanî li ser penaber bi xwe be ev ê duristtir be.

Vê pêlê hejmara penaberên ku têne Swêdê di asta rekorê de ye û sîstema wergirtina penaberan a Swêdê ji heqî vê hejmara mezin dernakeve. Li gorî Partiya Navendê eger penaber bi xwe xaniyan ji xwe re peyda bikin Daîreya Koçê dikare xebatên din ên penaberiyê çêtir bi rê ve bibe.

Li gorî pêşniyaza partiyê tenê hin komên mexdûr ên weke temendirêjan û malbatên bi zarok ê karibin ji bo cihê manê alîkariyê bistînin. Ji bo ku penaber karibin hesantir cihê manê peyda bikin pereyê rojane ku ew distînin dê ji 71 kronî bo 142 kronî were bilind kirin.

Anders W Jonsson dibêje penaberên ku tên gelekî jêhatî ne. Ew di Rojhilata Navîn re buhurîne, xwe ser deryaya mirinê re derbas kirine û li Ewropayê ji heqî xwe derketine. Dema ez difikirim ez dizanim ku ew karin li vir ji xwe re xanî jî peyda bikin.

Lê ma eger ew nikaribin xanî peyda bikin dê çi bibe?

Jonsson dibêje, li Swêdê em nikarin garantiya cihekî ku penaber dikarin lê bistrin bidin. Em nikarin ti garantiyê bidine kesê ku dê bêmal û bêxanî bimînin. Civaka Swêdê wiha ye û ev ê ji bo kesên ku werine vir neyê guhertin.

Berdevkê Partiya Jîngehê û wezîrê perwerdehiyê Gustav Fridolin dibêje divê pêşniyaz were analîz kirin, lê pêşniyaza Partiya Navendê bi temamî pişt guhê xwe ve naavêje.

Gustav Fridolin dibêje rewşa ku em tê de ji aliyê daîreyan ve hatiye diyar kirin. Ji bo ku em cihê manê ji kesên ku tên re peyda bikin bi awayekî zext hewl didin. Lê em dîsa jî nikarin vê ji bo her rojê garantî bikin.

Partiya Navendê diyar dike ku divê kesên ku li gorî Peymana Dublînê werine dersînor kirin jî ti pereyê rojane nestînin û ew dixwazin qaîdeyên penaberên zarok ên bitenê jî biguherin.

Hemû zarokên ji 15 salan mezintir dê li kampên penaberan ên ji bo kesên maxdûr werine bi cih kirin. Yên bin 15 salan re jî yan dê li cem malbatan an jî li stargeheke destekê werine bi cih kirin. Bi vî awayî ew hêvî dikin ku barê malên zarok û ciwanan jî dê sivik bibe û mesrefa van zarokan jî dê kêm bibe.

 

 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".