Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ma yên Parîsê can in lê yên me...?

Hat weşandin måndag 16 november 2015 kl 16.34
Paris, di torên civakî de
(6:18 min)
Franska flaggan, Eiffeltornet och mobilskärm med Facebook och Twitter. Foto: TT
Gotûbêjên li ser êrîşa Parîsê di torên civakî de. Foto: TT

Xelk çima ewqas dilsojiyê bi Parîsê re nîşan didin? Çima heman baldarî ji bo welatek Rojhilata Navîn nehatiye ditin?

Di torên civakî de êrîşên Parîsê mijara sereke ye.

Di Twitterê de peyam di bin hashtagên mîna ”Paris”, ”Ji Parîsê re dua bike” û ”ji Parîsê re mûmekê pêxe” de kom bûn. 

Di Facebookê de gelek kesan wêneyê profîla xwe bi rengên alaya Fransayê xemilandin.

Herwiha di Instgaramê de jî gelek kesan weke dilsojî wêneyên bi rengên sor, spî û şîn belav kirin.

Marwa Kerim di Expressenê de gotarek nivîsandiye: "Nexêr, ez wêneyê profîla xwe naguherim alaya fransî. Û ez nanivîsim ’Je suis Paris’. Ne ku ez ber wan nakevim, lê ji ber ku ev ne tenha kirêtiye ku tê serê cîhana me. Ma hûn yên ku îro vê dilsojiyê nîşan didin gava ferman li me dihate rakirin hûn li kû bûn”. 

Peyamên wiha mirov dibîne.
"Gava belayek tê serê mirovên ji aliyê cografî, kulturî, rûhî ve nêzîkî me normal e em dilsojiyeke meztir nîşan bidin". 

Midia Osman dibêje:
"Rast e, divê nirxê hemû mirovan li cem me wek hev be, bes hin bûyer tesîreke meztir li me dikin. Wek nimûne Alanê Kurdî". 

Nima Daryamady jî wiha nivîsandiye:
”Gazin hene ku swêdî ji Kabulê bêhtir ber Parisê dikevin. Ê baş e ey hevalên min yên îranî. Heftiya derbasbûyî çendan ji we wêneyên xwe guhertin alaya Efxanistanê? Mane em cîran û birayên hev in? Ma gava Kurdistan diperite çend kesên ne-kurd kirasê kurdî digirine xwe? Yanî heqê me yê rexneyan heye, lê gereke ev ne tenê ji bo rexnekirina ewrûpiyan derbas bibe”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".