Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Partiya Ҫep (V): Destekê bidine kurdên Rojava

Hat weşandin torsdag 19 november 2015 kl 16.36
"Alîkariyê bidine yên ku herî xurt li hemberî Daişê têdikoşin"
(7:16 min)
Jonas Sjöstedt och YPGs flagga. Foto: Sveriges Radio
Sjöstedt dixwaze Swêd destekê bide kurdên Rojava. Foto: Sveriges Radio

Partiyên Swêdê pêşniyazên xwe eşkere dikin bê Swêd gereke bi çi rengî destekê bide şerê li hemberî Daişê.

Pêşniyaza Partiya Ҫep ew e ku alîkarî ji bo kurdên Rojava were şandin.

Serokê Partiya Ҫep (Vänsterpartiet) Jonas Sjöstedt duh di Televîzyona Swêdê (SVT) de got:

–Ya herî girîng ku em vêga bikin ew e ku em alîkariyê bidine wan hêzên ku li meydanê şerê Daişê dikin. Û yên ku di serî de li meydana şer in bi taybetî kurdên Sûriyê ne. Ew bûn yên ku Daiş ji Kobanî der xistin û ew bû yên ku heftiya derbasbûyî Şengal rizgar kirin. Lê alîkariya navneteweyî ya ku ji wan re diçe zêde kêm e. 

Belê, piştî êrîşên terorî yên li Parîsê Swêd jî mîna piraniya dewletên Ewrûpa ketiye halekî awar te de. Mijara sereke ya rojeva Swêdê, heta em dikarin bêjin tenha babeta di rojevê de halê hazir şerê li hemberî Daişê û xweparastina ji êrîşên terorî ye. 

Gotûbêjên berdewam hene bê Swêd çawa dikare xwe biparêze, hikûmet li ser qanûnên nû radiweste, polîs tedbîrên ewlekariyê bilindtir dike. 

Duh hikûmetê asta gefxwarina li hemberî Swêd dereceyekê bilind kir, ji sisê hilda çarê û ev tê wê maneyê ku polîs wê tedbîrên bilindtir bigre. Li ber hin navendên ku dikarin ji bo daişiyan hedef bin nobedar hatine bi cî kirin û polîs herwiha di nêçîra xwe ya gumanbarên Daişê de navê kesekî 25 salî belav kiriye ku ew li wî digerin. 

Ev tedbîrên ku li hundirê Swêdê têne girtine.

Lê meydana ku Daiş lê herî xurt e ne Ewrûpa ye. Wê xîlafeta xwe ya bi navê Dewleta Islamî bi xelîfe û paytext li Sûrî û Îraqê îlan kiriye. Nêzîkê 10 mîlyon kes di bin hukimdariya wê de dijîn û erda di destê wê de ji Britanya meztir e. Yanî hîm û bingeha wê li Rojhilata Navîn e. 

Loma piştî êrîşên Parîsê Fransa navendên Daişê yên li Sûrî bombebaran dike û Swêd jî di nav de alîkariyê ji dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpa dixwaze. Swêd jî daye zanîn ku ew amadeye bi her awayî piştgiriyê bide şerê li hemberî Daişê. 

PARTIYA GEL – ҪEKÊN GIRAN BIŞÎNIN JI PÊŞMERGEYAN RE

Beşdariya Swêd ya vêga di şerê li hemberî Daişê de ji 35 leşkerên ku çûne başûrê Kurdistanê da ku perwerdeyê bidine pêşmergeyan pêk tê. Piştgiriyeke berfireh ji bo vê gavavêtina hikûmetê tê dîtin û partiyên siyasî daxwaza beşdariyeke xurttir dikin û pêşniyazên nû dikin. 

Duh bi civîneke çapemeniyê serokê Partiya Gel ya Lîberal (Folkpartiet) Jan Björklund ragihand ku ew dixwaze di têkoşîna li hemberî Daişê de alîkariya pêşmergeyên başûrê Kurdistanê were xurt kirin.

–Sîlah jî di nav de em dixwazin rêzek techîzat were şandin. Zirx, tang û panzêrên me yên pir pêşketî hene. Em gelek çekên ser milan, mîna roketavêj û hawan çêdikin û di destên me de ev pir in. Otomobîlên din yên eskerî jî hene ku di şer de bi kêr tên û bi me gereke em bikaribin van ji bo pêşmergeyan bişînin da ku di têkoşîna li hemberî Daiş de bi kar bîne. 

Ji bilî tang, roket û çekan serokê Partiya Gel Björklund herwiha dixwaze derman û alavên parastina ji sîlehên kîmyayî û biyolojîk jî ji bo başûrê Kurdistanê werine şandin. 

DEMOKRATÊN XIRISTIYAN – FIROKEYÊN ŞER BIŞÎNIN
Seroka Demokratên Xiristiyan Ebba Busch Thor duh di gotûbêjeke Televîzyona Swêd de got ew nizane bê ev pêşniyaza Partiya Gel ya şandina çekan çiqasî di çarçoveya qanûna Swêd de ye, divê ew li ser bifikirin lê xwest ku Swêd balafirên şer yên JAS bişîne ser Daişê.

DEMOKRATÊN SWÊDÊ – ҪEKAN NEŞÎNIN
Partiya Demokratên Swêdê (SD) jî alîgir e ku firokeyên şer yên Swêdê werine şandin, lê ew naxwazên çek û sîleh ji tu kurdan re werina şandin. Serokê koma SD Mattias Karlsson dibêje ew naxwazin çeka bişînin ji ber çek dikarin bikevin destên xelet û weke nimûne PKKê dide.

–PKK beşek ji hêzên kurd e, ku gelek dewlet weke terorîst lê dinêrin, loma em naxwazin çek werine şandin. 

PARTIYA ҪEP – ALÎKARIYÊ BIDINE KURDÊN ROJAVA
Kesekî din ku di nûçeyên Televîzyona Swêdê de pêşniyaza partiya xwe ya şerê li hemberî Daişê eşkere kir serokê Partiya Ҫep (Vänsterpartiet) Jonas Sjöstedt bû. Sê pêşniyazên Sjöstedt hene:

Yek: Divê em alîkariyê bidine yên ku herî xurt li hemberî Daişê têdikoşin û ew jî di serî de hêzên kurd in.

Didu: Divê em bikin ku Tirkî firotina nefta Daişê rawestîne da derbe li aboriya Daişê were dayin.

Sisê: Civîna li ser Sûrî ya Viyana pir girîng e. Bêyî beşdariya Daişê gereke mirov bifikire bê piştî şer mirov li Sûriyê çawa bike. 

Partiya Ҫep ne alîgirê şandina balafirên şer yên Swêdê ye. Sjöstedt dibêje têra xwe firokeyên Amerîka, Rûsya û Fransa ji xwe li wir hene. Derheqê pêşniyaza şandina çekên giran ji bo başûrê Kurdistanê jî Sjöstedt vêya dibêje: 

– Kurdistana Iraqê alîkariyeke baş werdigre. Lê Kurdistana Sûriyê ku têkoşîna herî xurt ya li hember Daişê dide ji aliyê endama NATO Tirkî ve tê bombebaran kirin. Bi min ya herî girîng ew e êrîşên Tirkî yên li hemberî kurdan werine rawestandin û ew kurd werine destek kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".