Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lîberal alîgirê serxwebûna Kurdistanê ne

Hat weşandin måndag 23 november 2015 kl 12.23
Partiya Gel nema, êdî Lîberal heye.
(7:31 min)
Liberalerna Ismail Kamil, Jan Björklund och Aziz Alis. Foto: TT, privat
Ismail Kamil, Jan Björklund û Aziz Alis. Foto: TT, privat

Dawiya heftiyê Partiya Gel (Folkpartiet) komcivîna xwe ya neteweyî li dar xist û navê xwe guhert. Navê partiyê êdî partiya Lîberalan e.

Dawiya heftiyê Partiya Gel (Folkpartiet) komcivîna xwe ya neteweyî li dar xist. Di komcivînê de Jan Björklund careke din weke serok hate hilbijartin û rêzêk pêşniyaz hatine qebûl kirin. Di nav guhertinan de navê partiyê jî heye. Ji niha û pêde navê Partiya Gel partiya Lîberalan (Liberalerna) ye. 

Aziz Aliş li Eskilstuna endamê meclîsa herêmî ya Sörmlandê ye. Ew dibêje bi guhertina demê re wan guhertina nav jî munasib dîtine. 

Lîberalan herwiha du pêşniyazên derbarê Kurdistanê jî qebûl kirin. 

1 – Partî wê destekê bide serxwebûna başûrê Kurdistanê û ji bo vê bixebite. 

2 - Wê xebatê bike da ku Swêd çekan bifiroşe Kurdistanê û ev çek yekser biçine ji Kurdistanê re, bêyî ku ew herine Bexdayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".