Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumana terorê li ser wî nemaye

Hat weşandin måndag 23 november 2015 kl 13.09
Moder Mothanna ji gumanan serbest bû
(3:19 min)
wêne: SVT
wêne: SVT

Piştî ku ew bi nav û wêne bi tawana terorê hatibû destnîşan kirin nuha serbest hate berdan.

Ji dawiya heftiya çûyî de polîs li Moder Mothanna Magid yê 22 li temamê Swêdê de bi nav û wêne digeriya, piştî jêpirsînê û lêkolîna polîs biryara berdana wî hat. Hem polîs û hem jî polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, rastî rexneyên tund bûne.

Ji roja înê de Moder Mothanna Magid bi gumana terorê di temamê Swêdê de hatiye naskirin. Lê piştî peydakirina wî û jêpirsîna polîs ew serbest hate berdan û nuha êdî guman ser wî nemane.

Ji bilî rexneyên li polîs bûne di vî karî de, çapemeniya swêdî jî rastî rexneyan dibe ji ber bilez belavkirina nav û wêneyên wî.

Şefê istixbaratê Swêdê, Anders Thornberg, ji heftiya çûyî de bilindkirina asta xetera terorê hember Swêdê îlankir. Atsa gef û xeterê ji 3 bû 4 ji pîvaneke pêndereceyî.

Her wê demê beşek ji nirxandinên polîs derbarê hemwelatiyê îraqî, Moder Mothanna Magid bûn, ku ew li gor agahiyên gihiştine destê istixbaratê Swêdê bi xwe li Swêdê dijî.

Ew bi amadekirina êrîşeke terorîstî hember Swêdê gumanbar bû. Ji wê rojê de polîs nav û wêneyên wî belavkirin ta wî li bajarê Boliden girtin. Lê piştî jêpirsînê ew roja yekşemê serbest hate berdan, li gor yê dozger sebeb û hoyên têr û kafî tunebûn ji bo hiştina wî di girtîgehê de.

Lê beriya vê biriyarê lêkolîna polîs rastî rexneyan ji aliyên cuda ve bûn.

Ola Salomonsson, parezerê Moder Mothanna Magid e ji ber biriyara berdana wî dilxweş bû lê ne ecêbmayî ye. Ew dibêje bêguman ev bûyer xwedan bandor e li ser miwekilê wî:

-Ez bi xwe hîna bi wî re neaxivî me lê bêguman bandor lê bûye ji ber tiştekî mezin bû. Bûyereke mezin bû, min bi xwe wekî parêzer bala xwe dayê. Piştî vê bûyerê dê ji wî re bizehmet be li jiyaneke normal vegere. Dê wext bikişîne ta li rojaneyeke normal vegere.

Beşeke ji rexneyên hember Säpo ew bû ku çima yekser li ser Facbook û li dezgeha Koçê li vî xortê 22 salî negeriyan, ji ber ew ba dezgehê qeydkirî bû. Di şûnê de nêçîreke polîs ya zêde berfireh, bi nav û wêneyê wî destpêkir. Çapemenî jî tevlî vê nêçîrê bû û bilez wêneyên wî belavkirin.

Nuha piştî serbestberdana wî, polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, dixwaze alîkariya wî bike û ciyekî manê jê re peyda bike. Li gor parêzer Ola Salomonsson dê jiyana Moder Mothanna Magid li Boliden bizehmet be.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".