Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tawanên cinsî hember zarokan bilez lêkolîn nabin

Hat weşandin tisdag 24 november 2015 kl 13.08
”Dozên biçûktir kevin û demmirî dibin”
(2:23 min)
Ulrika Hammarin, lêkolîner li Citypolisen. Foto: Karin Wettre/Sveriges Radio.
Ulrika Hammarin, lêkolîner li Citypolisen. Foto: Karin Wettre/Sveriges Radio.

Pisporên polîs di warê teknîka agahdariyan, IT, de nagihêjin bilez tawanên cinsî hember zarokan lêkolîn bikin û ji ber wê karin kevin û demmirî bibin, lêkolînera polîs vê hişiyariyê dide.

-Di halê hazir de deramet û imkanên di beşê IT de ji bo valakirina komputeran yekcar lawaz in. Ullrika Hammarin, lêkolîner li Citypolisen li Stockholmê berdewam dike û dibêje ku dema payînê dirêj e. Yên li wê derê kar dikin baş karê xwe birêve dibin, lê herçend civaka me bêhtir bi komputer û telefonan ve têne girêdan her barê wan jî girantir dibe.

Bi vê yekê hejmara tawanên li ser netê bêhtir dibin û herweha dor jî dirêjtir dibe. Ew bi vî awayî bi karê xwe ve nagihêjin. Ev hemû xwedan bandorên cidî û xirab in li ser tawanan yên dikevin ser hev di dorên demdirêj de.

Lêkolînkirina tawanên cinsî hember zarokan bi rêya netê berfireh e û demeke dirêj dixwaze. Her komputerek kare têra 100 000 wêneyî bike yên divê li wan bên nerîn.

Carna kare demeke dirêj derbas bibe ta pisporên IT digihêjin isbat û belgeyên pêwîst ji komputerên zarokan derbixin. Ji ber ku ew dozên ku kesek tê de hatibe tewqîfkirin, herdem li ba beşê polîs yê teknîka agahdariyan di dorê de li pêş in. Ullrika Hammarin, careke din:

-Ji ber ku ev tawan xwedan cezeyên kêm in dikevin dawiya dorê di dema valakirina komputeran de. Ji ber wê jî bilez nayên kirin, lê eger çend pisporên polîs di vî warî de tenê ji karê valakirina komputeran re hatibana danîn wê demê dê karê van dozan bileztir çêbûbaya. Ya herî xirab ew e ku dozên biçûktir kevin û demmirî dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".