Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rexne li lênerîna zarokên penaber dibe

Hat weşandin tisdag 24 november 2015 kl 15.45
”Zarok di ciyên demkî de asê dimînin”
(1:48 min)
Foto: Lars Pehrsson/TT.
Foto: Lars Pehrsson/TT.

Hejmara zarokên ku daxwaza mafê penaberiyê li Swêdê kirine di hindirê vê salê de zêde bilind bû. Fredrik Malmberg, nûnerê mafê zarokan, BO, rexneyan li awayê lênerîna van zarokan di civaka swêdî de dike.

Rewşa cidî ya penaberan hiştiye ku nûnerê mafê zarokan Fredrik Malmberg rewşa van zarokan li pêş deyne. Wî serî li çend şaredariyên ku pêşî penaber digihêjin wan û ciyên demkî yên zarokan daye beriya ku li deverên din belav bibin. Li gor tiştê wî dîtiye rewş ne zêde baş e:

-Barê van şaredariyên ku pêşî yên penaber digihêjin wan giran e. Fikra destpêkî ew e ku ciyê mana wan tenê bo demeke kurt e, ew divê bên qeydkirin û bo şaredariyên dê di wan de bijîn bên şandin. Lê rewş di halê hazir de cuda ye, ew li van ciyên destpêkî yê demkurt asê dimînin, ne tenê çend rojan, min bihîstiye ku zarokin hene bi heftî û mehan li wê derê asê mane.

Malmberg dibêje ku divê ne bi vî awayî be. Min gelekê caran bi navneteweyî di rewşên krîsan de kar kiriye û karim bêjim ku ecêbmayî me ku Swêd nexwedan şiyaneke baştir e. Rast e ku rewşek zehmet e, lê yekcar neqebûlbar e ku wekî nimûne şaredariyeke wekî Trelleborg ya xwedan 43 000 şêniyan e bi serê xwe li rewşa 3600 zarokên ku tenê hatine Swêdê neriye.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".