Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îqameyên daîmî êdî nayêne dayin

Hat weşandin onsdag 25 november 2015 kl 14.35
Swêd şertên koçberiyê zehmet dike
(5:50 min)
Åsa Romson, Green Party, and Prime Minister Stefan Löfven, at a pressconference. Photo: Janerik Henriksson / TT
Åsa Romson û Stefan Löfven Photo: Janerik Henriksson / TT

Ji bo ku hejmara penaberên têne Swêdê were sekinandin duh hikûmeta Swêdê hin tedbîrên tarîxî eşkere kir. Êdî tenê wê îqameyên demkî bên dayin.

Swêd siyaseta xwe ya mihaciran ji kokê diguhere.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven duh derbarê siyaseta Swêd ya penaberan de daxuyaniyeke tarîxî da. Löfven got tişta ji me hat me kir, em bi vêya serbilind in lê ji niha û pê de hew em dikarin. Êdî gereke Yekîtiya Ewrûpa xwedî li berpirsiyartiya xwe derkeve. 

Û ji bo kêmkirina hejmara penaberan wî hejmarek pêşniyazên hikûmetê eşkere kir. Çend tedbîrên ku hikûmet digre ev in:

  • Swêd wê li gor qaîdeyên YE ya xerîban tevbigere. Ev guhertin herî dawî di nîsanê de têne cîbicî kirin û ji bo sê salan derbas dibe.
  • Îqameyên demî. Ango ji xeyrî wan mihacirên ku Swêd wan tîne êdî mafê rûniştinê yê daîmî wê neyê dayin. Îqame wê ji bo sê salan were dayin.
  • Hejmara kesên bi riya ehl û xizman tên wê were kêm kirin.
  • Şertên dayina alîkariyê ji bo xweîdarekirina penaberan têne jidandin.
  • Ji bo hatina bi riya zewacê divê herdu bi kêmasî 21 salî bin.

Ev qaîde ji bo malbatên bi zarok yên ku hatine qeyd kirin derbas nabin. Yanî ew ên ku berya niha muracaeta xwe kiribin nakevine ber van qaîdeyên nû. Ji bo wan şertên berê derbas dibin.

Belê, ev çend ji tedbîrên hikûmetê ne. Hedef ew e ku hejmara penaberan were kêm kirin. 

Hikûmeta ku van tedbîran pêşniyaz dike ya Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê. Serokwezîr û serokê Sosyaldemokratan Löfven herî dawî vê payîzê digot gereke Ewrûpa ji kesên derbeder dibin re ne dîwaran ava bike, lê sîng xwe veke. Partiya Jîngehê jî mîna partiyên herî zêde aliyê penaberiyê dihate hesibandin. Di konferansa çapemeniyê ya duh de berdevka partiyê gava behsa tedbîran kir kelogirî bû. Berdevkê din yê partiyê Gustav Fridolin jî got wî tu caran biryareke ewqas dijwar negirtiye, lê ew mecbûr mane.

Herdu partiyên mezin yên muxalefetê Moderat û Demokratên Swêdê yekser piştgiriya xwe ji bo tedbîrên hikûmetê ragihandin. Lê ew dibêjin ev tedbîr tenê wê ne kafî bin. Seroka Moderatan Anna Kinberg Batra got em bi xêr hatina pêşniyazan dikin. Lê gereke penaberên ji dewletên din yên Ewrûpa tên mirov wan vegerîne wî welatî, wek nimûne Danîmarka yan jî Almanya.

Serokê Demokratên Swêdê Jimmy Åkesson jî got ji xwe zûde me daxwaza tedbîrên wiha dikir. Lê hikûmet dereng maye û gereke ji bo sekinandina hatina penaberan tedbîrên tesîra wan xurttir werine girtin. 

Tenha partiya ku heta niha nerazîbûna xwe li hemberî pêşniyazên hikûmetê eşkere kiriye Partiya Ҫep e. Bi raya serokê partiyê Jonas Sjöstedt nirxandina hikûmetê xelet e.

– Li gor hikûmetê gereke dewletên din yên YE xwedî li berpirsiyartiya xwe derkevin û ew jî penaberan bihewînin. Lê dewletên din wê wisa nekin, berevajî ew ê bêjin Swêd hewandina mihaciran sekinand, em jî rawestînin. Û ev ê zerarê bide mihaciran.

Rayedarên hikûmetê jî dibêjin ev tedbîr ne bi dilê wan e, lê ew mecbûr mane. Stefan Löfven got:

– Bi dilsoziya ku me heta niha nîşan daye re ez serbilind im. Lê li hemberî civaka Swêdê jî berpirsiyartiyeke min heye. Di du mehan de 80 000 însan hatine Swêdê. Ji van însanan re kar, xanî, dibistan lazim e. Yanî ewa ku Swêd dike dewleta refahê. Eger hatina koçberan wiha dewam bike em ê nikaribin vêya ser piyan bihêlin. Lewra divê em bi berpirsiyartî tev bigerin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".