Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hewandina penaberan di pakêta yarmetiyê de bisînor dibe

Hat weşandin onsdag 25 november 2015 kl 09.45
Beşê ji bo hewandina penaberan kêmtir dibe
(1:11 min)
Foto: TT.
Foto: TT.

Hikûmet li ser çarçoveya pereyên yarmetiyê ji bo 2016 li hevkirine û 30 ji sedî ji bo hewandina penaberan re hatiye danîn.

Wezîra yarmetiyê Isabella Lövin di roja sêşemê de ragihand ku hewandina penaberan nabe ku zêdî 30 ji sedî be di çarçoveya beşê yarmetiyê de. Ev tê bi wateya kêmkirineke bi 6 ji sedî ji bo sala 2016 ji çalakiyên yarmetiyê danberhev bi par re.

Dê hikûmet herweha 800 milyon kronên din bide beşê penaberan yê Neteweyên Yekgirtî, UNHCR, û kar û çalakiyên din yên mirovî.

Ev beşê ji bo hewandina penaberan hatiye danîn li gor modêleke taybetî hatiye jimartin, ya li hejmara penaberên têne Swêdê û mesrefa her take kesî ava bûye. Li gor pêşbîniyên herî dawî dê hejmara penaberan zêdî ducarî bibe. Ji 70 000 bi texmîn dê bikêmanî bibe 140 000 di hindirê vê salê de. Li pêşbiniyan dê sala bê hejmara penaberan bikêmanî 100 000 be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".