Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xurtkirina qanûna li dij terorê hate guftûgo kirin

Hat weşandin onsdag 25 november 2015 kl 09.51
”Em hemû bi yek daxwazê ne”
(1:28 min)
Foto: Henrik Montgomery/TT , Fredrik Sandberg/TT.
Foto: Henrik Montgomery/TT , Fredrik Sandberg/TT.

Îro hikûmet partiyên opozisyonê daweyî guftûgoya derbarê xurtkirina qanûna li dij terorîsmê kir. Lê ev guftûgo tu encamên konkret û berçav nedan. 

Ya îro diyar bû ew e ku hikûmet, partiya Çep û her çar partiyên burjiwa lihevbûn derbarê ku bileztir kar bikin ji bo amadekirina qanûneke xurtir li dijî terorê.

Wezîrê hundir Anders Ygeman:

-Li gor nerîna min guftûgoyeke baş û erênî bû û em hemû bi yek daxwazê li hev civiya bûn, ku bi hev re li dijî terorîsmê rawest in.

Ygeman herweha dibêje ku dê hikûmet hewil bide lezê li vê pêvajoy bike, partiyên opozisyonê jî bi heman daxwazê ne. Hemû partî pêşniyazên cuda pêşkêş kirine û Ygeman di halê hazir de naxwaze tu ji van pêşniyazan red bike.

Ya dê di vê kombûnê de bihataya gotûbêj kirin bikaranîna kamereyan bi awayekê zêdetir, derfeta ji polîs re ji bo bikaranîna agahdariyên nehênî, qaydeyên xurtir li dijî neçêbikaranîna pasportan û tawankar kirina sefer û gerên terorê bû.  

Hemû partî ji bilî partiya Demokratên Swêdê ji bo vê gotûbêjê hatibûn vexwandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".