Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lennart Hellsing koça dawî kir

Hat weşandin torsdag 26 november 2015 kl 10.08
”Di her zarokekî de fîlosofek heye”
(1:54 min)
Lennart Hellsing. Foto: Thron Ullberg/Nordstedts
Lennart Hellsing. Foto: Thron Ullberg/Nordstedts

Helbestvan, nivîskar û hunermendê swêdî yê binavûdeng Lennart Hellsing yê 96 salî roja çarşemê koça dawî kir. Ew yek ji nivîskarên herî hezkirî bû û ji giringtirîn navên wêje û edebiyata zarokan ya swêdî bû. Zarokên vî welatî bi karakterên çîrokên wî re, wekî Krakel Spektakel, Kusin Vitamin û Bagar Bengtsson mezin bûne.

Wekî nivîskara mezin Astrid Lindgren, her Lennart Hellsing jî di salên 1940 de yekemîn berhemê xwe çap kir û ji wê çaxê de ta îro ranewestiyaye.

Di kar û xebata xwe de gelek beş ceribandine, wî hem helbest û nesir ji bo mezinan nivîsiye, karê rexnegirtina wêjeyî û wergerandinê kiriye.

Lê ya hiştiye ku ew bibe yek ji navên herî mezin li Swêdê kitêbên wî yên zarokan, stranên li hevhatî yên ji bo zarokan û herweha helbest û rêzên wî yên biken bû. Bi stîla xwe, çanda wêjeya zarokan di wê demê de guhert, her wekî Astrid Lindgren, dixwestin zarok bi kitêban şad bibin û ne tenê xwe ji wan fêr bikin

Bi nerîna Lennart Hellsing di her zarokekî de fîlosofek heye, xwedan hizir û pirsên taybetî.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".