Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûneke nû şaredariyan mecbûrî hewandina penaberan dike

Hat weşandin torsdag 26 november 2015 kl 15.36
”Şaredarî divê deriyên xwe vekin”
(3:03 min)
Wezîra bazara karî Ylva Johansson. Foto: Bertil Ericson/TT.
Wezîra bazara karî Ylva Johansson. Foto: Bertil Ericson/TT.

Hikûmet îro biryar da ku qanûneke nû pêşniyaz bike derbarê mecbûr kirina şaredariyan ji bo ku deriyên xwe ji penaberên nûhatî û yên xwedan mafê rûniştinê re veke.

Tên payin ku ev qanûna nû dê sala bê destpê bike û wê demê tenê ew kesên ku li ciyên manê yên demî asê mane dê li ser şaredariyan belav bibin. Li gor texmînên daîreya karî dê 21 700 kes di 2016 de bo şaredariyên cuda bêne şandin û ji wan bêhtir jî salên li pêş.

Dabeşkirin dê beriya hertiştî li gor bazara karî be li şaredarî û parêzgehan. Wezîra bazara karî Ylva Johansson, îro di civîna çapemenî de got ku hemû parêzgeh dê deriyên xwe ji penaberan re vekin lê çend ji parêzgehan dê berpirsiyariyeke mezintir bidin ser milê xwe.

-Beriya hertiştî dê derbarê wan parêzgehan be yên xwedan bazara karî ya baş in. Beriya hertiştî derbarê Stockholm û Norrbotten e.

Lê em her li şaredariyên din jî dinerin û bazara karî li wê derê.

Eger ev yeka ne bi dilê şaredariyan be her nikaribin itiraz bikin lê li hêla din tu ceza ji şaredariyan re tune eger li gor qanûnê nekin. Ylva Johansson berdewam dike û dibêje dê imkanê şaredariyan tune be ku cî li şaredariyên din bikirin ji bo penaberan nûhatî re.

-Derbarê zarokên ku bi tenê hatine şaredarî kare, eger bixwaze, wan rêbike şaredariyên din û  mesrefa wan bide. Li gor vê qanûna nû şaredarî dê nikaribin heman tiştî bikin ji bo kesên nûhatî re.

Li gor pêşbîniyên daîreya karî dê di 2016 de 34 000 penaberên din yên nûhatî bi mafê rûniştînê karibin bi serê xwe ciyekî ji xwe re peyda bikin.

Di heman civîna çapemenî de wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin ragihand ku hikûmet biryar daye ku lêkolîneke bilez deyne derbarê guherînên qaydeyan da ku dibistan baştir karibin li vê hejmara mezin ya şagirdên nûhatî biner e.

Dë ev lêkolîn li wê binere bê çawa dibistanên serbixwe yên bi dor dê karibin deriyên xwe ji şagirdên bêhtir e veke û herweha bê çawa şaredarî dê karibin hêsantir şagirdên nûhatî derbasî dibistanên din bike û ne tenê ew yên nêzîkî malên wan e.

Di halê hazir de çar ji sedî ji dibistanan yek ji sê beşên hemû şagirdên nûhatî hewandine. Ev tê bi wateya ku her serê pênc dibistanan yek tu şagirdên nühatî derbasî dibistanê nekirine.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".