Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd alîkariyê dişîne ji Rojava re?

Hat weşandin torsdag 26 november 2015 kl 17.36
Isabella Lövin: Alîkarî tê par ve kirin
(2:30 min)
Isabella Lövin och Kobani efter IS. Foto: TT
Herêmên ji destên Daişê hatine rizgar kirin û di destên muxalefeta Sûriyê de wê alîkariyê wergirin. Foto: TT

Swêd 79 mîlyonên nû dide herêmên ku li Îraqê ji destê Daişê hatine standin û herêmên li Sûriyê di destê ”muxalefetê” de.

Wezîra alîkariyê Isabella Lövin dibêje wan alîkarî kirine sê beş: 

– Em alîkariyê dişînin ji Iraq, Sûrî û dewletên cîran re. Alîkariyê ji Îraqê re diçe ji sivîlên ku ji destê Daişê hatine rizgar kirin. Alîkariya ji Sûriyê re jî em dişînin ji avakirina binesaziya civakî li herêmên di bin destê muxalefetê de. Mebest ew e ku em îmkanê bidin da însan karibin li ciyê xwe bimînin û jiyana xwe bidomînin. Beşê sêyem yê vê alîkariyê em didine ji cîranên Sûriyê re ku gelek penaberan xwe li wan girtiye.

Wezareta alîkariyê radigihîne ku Swêdê ji 2014ê ve 300 mîlyon kron alîkariya mirovî şandiye ji Îraqê re.

Li Sûriyê ji ber şerê navxweyî zêdeyî deh mîlyon kes di nava welêt de bûne mihacir. Ji destpêka tevlîheviyan, 2011ê ve Swêd bi giştî 1.9 mîlyar kron alîkariya mirovî şandiye. Alîkariyê ku niha wê ji Sûriyê re biçe bi taybetî bi riya Syria Recovery Trust Fund û fonda Madad wê were dayin.

Wezîra alîkariyê naxwaze bi detay bêje bê ev destek tam wê biçe kîjan herêman. Bê weke nimûne herêma Şengal û Kobanî di nav projeyê de ne yan na lê dibêje amanc ew e di demeke nêzîk de ew alîkariyê bigihînin herêmên ji destê Daişê hatine rizgar kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".