Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Navendên zanistiyê li dijî ekstremîsmê saz dibin

Hat weşandin torsdag 26 november 2015 kl 17.32
”Pisporên dînî pêwîst in”
(1:21 min)
Foto: TT.
Foto: TT.

Navendên zanistiyê li dijî ekstremîsma şidetxwaz li çar bajarên Swêdê saz dibin. Dê ev navend li Stokholmê, Göteborg, Borlänge û Örebro bin. Göteborg, bajarê herî bêhtir genc jê derketine û tevlî Dewleta Islamî, Daeş bûne û berê xwe dane şerê li Sûrî û Îraqê.

Ta nuha tu nexşerêyên neteweyî li dijî ekstremîsma şidetxwaz di şaredariyên mezin yên Swêdê de tune bûn. Lê ji buhara vê salê de li şaredariya Göteborg kordînekarên taybetî ji bo van pirsan hatin danîn. Zan Jankovski yek ji du kordînekaran e û ew bi sazkirina van navendan kêfxweş e:

-Ez beriya hertiştî bi kompetens û jîrbûna di warê psîkiyatriyê de difirkirim. Zaniyariyên dînî jî dê pêwîst bin. Em carna bi gencên ku gelekî hizra pirsên dîn dikin re rûdinên û di wan rewşan de em bi pêwîstiya pisporên wan pirsa ne. Yên karin bi zimanê gencan behsa van pirsên zehmet bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".